BI DÎMEN

QSD`ê 2 hezar sivîlên Tebqayê rizgar kirin

Şervanên QSD`ê duh derdora 2 hezar sivîlî ji taxa El-Weheb ji nava destê çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin û derbasî cihên ewle kirin.

Pêngava Xezeba Firatê bi şerê dijwar didome. Şervanên QSD`ê roj bi roj derbên giran li çeteyan dixin û cihên nû û sivîlan ji çeteyan rizgar dikin.  Şervanên QSD`ê duh derdora  2 hezar sivîlî ji taxa El-Weheb û derdora wê rizgar kirin. Şervanan ji ber metirsiya êrîşên çeteyan sivîl derbasî cihên bi ewle kirin.

Di nava sivîlan de ku hatine rizgarkirine   3 zarokên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatibûn birîndarkirin jî hebûn. Her 3 zarokên birindar ji aliyê yekîneyên bijîşkî yên QSD`ê  ve hatin dermankirin.