Qirkirina siyasî ya li Cizîrê hate protestokirin

Rêxistina HDP’ê ya Cizîrê nerazîbûn nîşanî operasyonên qirkirina siyasî da û got, “Gelê Botanê wekî her carê li dijî êrîşan li ser pêyan e. Em ji êrîşan natirsin.”

Îro danê sibehê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê polisan bi ser malan de girtibû û Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Cizîrê Guler Tûnç û Hevşaredara Cizîrê Berîvan Kûtlû jî di nav de 10 endam û rêvebirên HDP'ê destgîr kiribûn. Hat hînbûn ku her 10 kes jî bi angaşta “emdamtiya rêxistinê” hatine destgîrkirin û derbarê dosyaya wan de biryara nepeniyê hatiye dayîn.

Rêxistina HDP’ê ya Cizîrê, derbarê vê operasyona destgîrkirinê ku serê sibehê li navçeyê li hemberî endam û rêveberên wê pêk hatibûn, li ber avahiya xwe daxuyaniyek da û destgîrkirina endam û rêveberên xwe şermezar kir. Di daxuyaniyê de pankarta “Êrîşên we nikarin me tune bikin” hat vekirin. Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, Endamên Meclisa HDP'ê yên Cizîrê û rêxistinên HDP'ê yên navend û navçeyan beşdarî daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de Hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zîrîg axivî û diyar kir ku desthilata AKP-MHP’ê dixwaze bi operasyonên qirkirinê tirsê li welat belav bike û wiha got: “Armanc dikin ku hemû dînamîkên dijberî hikûmetê tune bikin. Faşîzm dixwaze ku hêzên berxwedêr ên civakê ku çavkaniya hêviyê ne, bi destgîrkirin û girtinan tune bike. Di serdegirtina malan de deh hevalên me hatine destgîrkirin. Bloka faşîzan divê baş bizanibe ku HDP'ê tu carî çok naşikîne û wê neşikîne jî. Gelê Botanê, weke her carê wê îro jî li dijî zilmê bisekine. Zext û êrîşen we nikarin me bidin sekinandin."

Piştî Hevşaredara Zîrîg Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr jî axivî û diyar kir ku ew ê bi operasyonan serê xwe netewînin û got ku “Gel li ku derê be wê HDP jî li wir be.”

Piştî axaftinan 5 deqîqe çalakiya rûniştinê jî pêk hat û daxuyanî bi dirûşmeya "Bijî berxwedana HDP'ê" bi dawî bû.