Nûçeya Lezgîn: Koma Aştî û Civaka Demokratîk: Em bi îradeya xwe ya azad çekên xwe îmha dikin

Qeyûmê nû yê Artemêtanê dest bi derxistina karkeran

Atif Çîçeklî yê weke qeyûm li Şaredariya Navçeya Artemêtan a Wanê hate bicihkirin, dest bi derxistina karkeran a ji kar kir.

Qeyûm Îbrahîm Ozkan, ji ber bersiva erênî neda daxwaza AKP'yiyan a ji bo bibin karkerê şaredariyê ji wezîfeyê hate girtin û li şûna wî Atif Çîçeklî weke qeyûm hate bicihkirin. Karê destpêkê yê qeyûmê qeyûm, derxistina 9 karkeran ji kar e.

Qeyûm Çîçeklî li ser daxwaza Rêveberiya AKP'ê ya Wanê di nava hefteyê de 40 kes xist kar.

Qeyûmê Artemêtanê Çîçeklî, xebatkar Enîs Ceylan, Haydar Gorentaş, Alî Riza Abûkan, Gul Gun, Guler Dûman, Hamdî Akan, Zekî Bayar, Ergîn Dûrmûş û Emîn Acar ên bi mûçeyê kêmtirîn dixebitîn, tevî ku peymana wan a 3 salan heye, bi bahaneya kêmkirina ji sedî 20 a kar, ji kar hatin derxistin.