Qedexeya derketina nava rojê li Kerkûkê hate rakirin

Maseya Kirîzan a Kerkûkê biryar da ku ji sibe û şûnde li Kerkûkê welatî dikarin 5 roj di nava hefteyê de ji saet 6’ê sibehê heya 6’ê êvarê derkevin derve.

Maseya Kirîzan a Kerkûkê di saetên êvarî de civiya. Di civînê de têkildarê qedexeya derketina derve hin biryarên nû hatin girtin.

Piştî civînê Waliyê Kerkûkê yê bi wekalet Rakan Ciburî, di civîna çapemeniyê de ragihand Maseya Kirîzê biryar da ji sibe û şûn de li nava bajêr qedexeya derketina derve were rakirin.

Ciburî diyar kir wê rakirina qedexeyê li gora çend biryar û rênmayek pêkwere.

Ciburî got, ji sibe û şûnde ji saet 06:00’ê sibehê heta 18:00’an qedexeya derketina derve tê rakirin. Di nava hefteyê de ji dervey roja Înê û Şemî welatî dikarin di nava saetên hatîn diyarkirin de karê xwe yê rojane berdewam bikin.

Ciburî destnîşan kir wê destûr ji bo derketina deve di navbera hemû bajarok û navçeyên ser bi Kerkûkê ve were dayîn, lê wê destûr bi hatûçona di navbera Kerkûk û bajarên din ên Iraqê de neyê dayîn.