Polîsên Tirk li Nisêbînê avêtin ser mala jina 75 salî ya felçbûyî
Polîsên Tirk çend roj berê li Nisêbînê bi îdîaya "bi guman û îxbarê" avêtin ser mala jineke felçbûyî ya 75 salî.
Polîsên Tirk çend roj berê li Nisêbînê bi îdîaya "bi guman û îxbarê" avêtin ser mala jineke felçbûyî ya 75 salî.
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, polîsên Tirk pêr saet di 04:00 de avêtin ser mala jineke 75 salî ya li taxa Selahaddîn Eyyûbî. Serdegirtin bi îdîaya "gumanbarî û îxbarê" hate kirin. Li mala ku polîsên Tirk girtin ser, Zubeyde Acar a felçbûyî ya 75 salî tenê dijî. Polîsên Tirk di serdegirtinê de mal ser û bin kirin û xemla kesk, sor û zer a li malê avêtin erdê.
Hat ragihandin ku polîsên Tirk kek û malbata wê ji Acar pirsîne.