Polîsan bi ser sê taxên Bismilê de girtin, êşkence kirin

Polîsên Tirk bi ser sê taxên navçeya Bismilê ya Amedê de girtin. Êşkence li xwediyê malê kirin, mal serûbinî hev kirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezotomyayê (MA) 6'ê Nîsanê polîsên Tirk bi ser taxên Dicle Dumlupinar û Haciyê Kurdan de girtin.

Polîsan saet 02:00'an bi ser taxan de girtin û heta 8:00'an dom kir. Ji aliyekî ve jî ji bo ku kolandinê bikin mekîneyên kar jî birin taxan.

Hate diyarkirin sê mal hatin sehkirin. Li taxa Dîcleyê nav mal, baxçe û koxa Ibrahîm Halîl Ercan bi mekîneyên kar hate kolandin.

Ev kirinên kêfî yên polîsên Tirk li taxên Dumlupinar û Haciya Kurdan jî dubare bûn.

Hate diyarkirin polîsan êşkence  li Ibrahim Halîl Ercan û xwediyê malê kirin, ku Ercan li mêvandariyê bû, dema ku Ercan birine taxa Dîcleyê dîsa êşkence lê hatiye kirin.

Hate gotin çavên Ercan hatine girêdan, polîsan lê dane û poşêt di serê wî re kirine.

Ercan diyar kir dema ku ew ne li malê bûye li mala wan dema lêgerînê li malikekê hin muhîmmat hatine dîtin û got, ''Gef li min xwarin, gotin tu yê van bigirî ser xwe an na em ê te bikujin''. Dema lêgerînê Ercan hate destgîkirin, birin Midûrtiya Emniyetê ya Bajêr a Amedê û dema destgîrkirina wî hate dirêjkirin.

Ercan ji parêzerê xwe re got bi saetan êşkence lê hatiye kirin. Parêzer diyar kir dema destgîrkirinê wêne hatiye girtin û ji wêne jî diyar e ku êşkence lê hatiye kirin.