PKK: Mam Celal wê her demê di têkoşîna Kurdistanê de bê bibîr anî

Komîteya Rêveberiya PKK’ê: Mam Celal xwedî hişmendî û ramanekî ku ne tenê li Başûrê Kurdistanê polîtîka û têkoşînê bide meşandin bû. Ji ber vê yekê wê her demê di têkoşîna azadiya Kurdistanê de bê bibîr anîn.

Komîteya Rêveber a PKK’ê têkildarî wefata siyasetmedarê Kurd Mam Celal daxuyaniyek nivîskî da û wiha hate gotin: “Em wefata lîder û damezêrênerê YNK’ê yê ku kedeke mezin a wî di têkoşîna azadiya gelê Kurdistanê de heyî û weke ‘Mam Celal’ tê nasîn Celal Talebanî bi xemgînî pêşwazî dikin. sersaxiyê di serî de jî malbat, dost, camîeya YNK’ê û hemû gelê Kurdistanê re dixwazin.

Mam Celal, ji temenê ciwantiya xwe ve ji bo azadiya gelê Kurd û yekîtiya wê gelek ked daye. Ji bo bi destxistina azadiya Başûrê Kurdistanm û destkefiyên mezin roleke mezin a wî heye, ji bo jiyaneke azad û demokratîk a her çar parçeyên Kurdistanê kedeke wî ya mezin heye. Mam Celal xwedî hişmendî û ramanekî ku ne tenê li Başûrê Kurdistanê polîtîka û têkoşînê bide meşandin bû. Ji ber vê yekê wê her demê di têkoşîna azadiya Kurdistanê de bê bibîr anîn.

Mam Celal, dostekî girîng ê Rêber Apo û Tevgera Azadiyê bû. Heta nefesa xwe ya dawî jî weke dostê Rêber Apo û PKK’ê ma. Dostatiya wî ya bi PKK’ê û têkiliyê wî ji bo têkoşîna azadiya Başûrê Kurdistan û hemû Kurdistanê bi zanîstiyeke mezin tev digeriya. PKK’ê jî her demê bi tevgerên siyasî û kesayetên siyasî yên mîna YNK’ê û Celal Telebanî re di nava têkilî de bû û di berjewendiyên hemû Kurdistanê de didît. Dostatiya Mam Celal û Rêber Apo, têkiliyên YNK’ê û PKK’ê her demê li ser esasê berjewendiyên netewî bûn.

Mam Celalê Kurdan her demê bi têkoşîna xwe sûdên gelekî girîng daye karektera netewa Kurd û têkoşîna azadiya netewî. Di her kêliya temenê xwe de ji bo azadiya her çar parçeyên Kurdistanê û jiyanek demokrat têkoşîn kiriye. PKK’ê jî ji bo azadiya gelê Kurd û têkoşîna xwe ya demokrasiyê de heta roja îro gelek zorî kişandiye û her tim bilind bûye; ji bo azadiya her çar parçeyên Kurdsitanê jiyaneke demokratîk têkoşîn kiriye. PKK, wê ji niha û şûnde di têkoşîna azadiya Kurdistanê de hesreta yekîtiya netewî, azadiya netewî, serxwebûn û demokrasiyê ya Mam Celal xwedî derbikeve, ji bo ev hesret li her çar parçeyên Kurdistanê pêk were tişta ku bikeve ser milan wê pêk bîne.

Carekî din ji bo wefata Mam Celal sersaxiyê ji hemû gelê Kurd re dixwazin û bang dikin ku hemû gelê Kurd beşdarî merasîma cenazeyê Mem Celal bibe, yên ku beşdar jî nebin di kesayet û têkoşîna Mam Celal de li her derê bibîr bîne.”