PKK: Em di xeta serketinê de têbikoşin

Komîteya Navendî ya PKK'ê ragihand, ku wan civîna xwe ya asayî ya salane pêk anîne. PKK'ê bang li hemû endamên partiyê û gel kir ku di xeta Apoyî de li her qadê ji bo rêxistinbûnê seferber bibin û di xeta serketinê de têbikoşin.

Komîteya Navendî ya PKK'ê ragihand, ku wan civîna xwe ya asayî ya salane pêk anîne û li ser mijarê ev daxuyanî da:

"Weke Komîteya Navendî ya PKK'ê me civîna xwe ya asayî ya salane di navbera 20-28'ê Cotmehê de bi rengekî serketî pêk anîn. Civîna me bi silavkirina berxwedana lehengî ya gelê me ya bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan û serketina Reqayê û ji Hakî Karer heta Berçem Cîlo bi bîranîna bi rêzdarî û minetdarî ya hemû şehîdên me yên leheng dest pê kir. Civîna me, di vê pêvajoya dîrokî de hemû mijarên siyasî, leşkerî, îdeolojîk û rêxistinî yên di rojeva me de ne, di nava neh rojan de bi berfirehî nîqaş kir û ji bo serketina têkoşîna me ya azadî û demokrasiyê biryarên gelekî girîng stand. Bi vî rengî, sala 40. a damezrandina fermî ya PKK'ê li ser xeta serketinê ya Apoyî bi jinûve biryarbûnê pêşwazî kir.

Di civîna me ya komîteya navendî de bi giranî xusûsa; şerê qirker-faşîst ê topyekûn ê faşîzma AKP-MHP li dijî Rêber Abdullah Ocalan û gelê dimeşîne û berxwedana şoreşger-demokratîk a topyekûn ku Rêbertî, gerîla, jin, ciwan û hemû gelê me li dijî vî şerî dimeşîn, hate nirxandin. Li ser vê bingehê, civîna me têkoşîna xweseriya demokratîk a li ser xeta lehengiyê silav kir, ku li Bakurê Kurdisatnê û Tirkiyeyê ji berxwedanên Cizîr û Sûrê ve dewam dike. Civînê tespît kir ku faşîzma AKP-MHP a bi her awayî kiryarên hovane dike di dema herî qels a dîroka xwe de ye û li ber hilweşînê ye. Li ser vê bingehê hatiye destnîşankirin, ku sala 40. a PKK'ê wê bibe saleke ku faşîzma AKP-MHP'ê hatiye hilweşandin, Tirkiye demokratîk bûye, Kurdistan azad bûye û ji bo Rêber Abdullah Ocalan şert û mercên jiyana azad hatiye afirandin.

EM SERKETINA REQAYÊ SILAV DIKIN

Civîna me ya komîteya navendî, serketina Reqayê ya dîrokî li gelên Sûriyeyê bi taybetî li gelê Rojavayê Kurdistanê pîroz kiriye û têkoşîna lehengî ya gelên Sûriyeyê ku bi pêşengiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên faşîst dimeşîne, xebatên avakirina demokratîk a Federasyona Bakurê Sûriyeyê silav kiriye. Bal kişandiye ser wê rastiyê, ku têkiliya Kurd û Ereb a li ser bingeha biratiya gelan, di dawîanîna li statukoparêziya netewe dewlet a li herêmê û pêkanîna Şoreşa Rojhilata Navîn a Demokratîk de bi roleke mînak û pêşengiyê radibe. Her wiha girîngiya dîrokî yıa yekîtiya demokratîk a hemû gelên Rojhilata Navîn destnîşan kiriye. Civîna me diyar kir, ku projeya federalîma demokratîk a xwe dispêre xweseriya demokratîk, ji hemû pirsgirêkên li herêmê re hêza çareseriya bingehîn e. Civîna me bîr û baweriya xwe destnîşan kiriye, ku serketineke dîrokî ya mîna serketina li dijî faşîzma DAIŞ'ê, wê gelên Sûriyeyê li hemberî El Qaîde û faşîzma AKP-MHP'ê jî bi dest bixin.

BAŞÛRÊ KURDISTANÊ Û IRAQ

Bêguman yek ji xusûsên herî girîng ku civîna me ya komîteya navendî li ser sekinî, rewşa dawî ya li Başûrê Kurdistanê û Iraqê ye. Civîna me diyar kiriye ku careke din eşkere bûye, dewletên mêtinger di mijara pirsgirêka Kurd de bi hev re tevdigerin û destnîşan kiriye, ku êrîşên dawî yên li dijî Başûrê Kurdistanê plankirî ne û di vir de rola dewleta TC diyarker e. Civîna me di vê çarçoveyê de zerara ku têkiliya PDK-AKP dide Kurdan û gelan, her wiha bêçaretiya xeta dewletperest-neteweperest a PDK'ê ku hewl dide civakê pê bi rê ve bibe, ji nû ve nirxandiye. Civîna me destnîşa kiriye, ku bûyerên dema dawî raxistiye pêş çavan ku xeta dewleperest-neteweperest a PDK'ê timî têk diçe, xeta konfederalîzma demokratîk û xweseriya demokratîk a ku PKK temsîla wê dike, timî bi ser dikeve. Civîna me ragihandiye, ku gelê me yê Başûrê Kurdistanê yê timî têdikoşe, neçarî pêkanînên bi vî rengî nîne û diyar kiriye, ku xeta rast a PKK'ê ku timî rê li ber serketinê vedike wê di dema pêş de pêşengiyê ji Başûrê Kurdistanê re jî bike. Destnîşan kiriye ku Başûr bi taybetî civaka me ya Êzidî bi tenê nîne. Civîna me serketinên li Şengalê pîroz kiriye û bîr û baweriya xwe ya xurt nîşan daye ku civaka Êzidî wê bibe xwedî rêveberiyeke xweser a demokratîk.

GELÊ ROJHILAT PIŞTGIRIYEKE MEZIN DA

Civîna me ya komîteya navendî, sekna gelê me yê Rojhilat û piştgiriya wan a mezin a ji bo têkoşîna li parçeyên din silav kiriye û bi taybetî destnîşan kiriye, ku di qonaxeke bi vî rengî ya krîtîk de girîng e hêzên azadiyê yên li Rojhilat gelekî baldar in û her tim ji her şêweyên têkoşînê re amade bin. Hatiye nirxandin, ku şerê li Iraqê neqediya ye, ev rewş wê bidome û dibe ku Îranê jî bigire nava xwe û hatiye destnîşankirin, ku sekna şoreşgerî ya rast a li Rojhilat, bi taybetî sekna amadebûyî wê di dema pêş de rê li ber serketineke mezin veke. Her wiha çalakiyên gelê me yê li derveyî welat ku destekê didin têkoşîna azadiyê ya li çar parçeyên Kurdistanê û daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan dike, silav kiriye.

BANGA JI BO KONGREYA NETEWEYÎ

Civîna me ya komîteya navendî girîngiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ya di vê pêvajoya dîrokî de careke din destnîşan kiriye û bang li hemû partî û rêxistinên Kurdistanî kiriye ku tevlî karê Kongreya Neteweyî bibin. Wekî din, ji bo serketina Şoreşa Rojhilata Navîn a Demokratîk ku di vê pêvajoya dîrokî de wê azadiyê ji hemû gelan re bîne, di serî de têkliiyên Kurd-Ereb, Kurd-Tirk û Kurd--Fars, girîngiya têkiliya gelên herêmê ya li ser xeta 'Rojhilata Navîn a Demokratîk-Kurdistana Azad' û têkoşîna hevpar a gelan destnîşan kiriye. Diyar kiriye, ku bi vî awayî di salvegera 100. a Şoreşa Cotmehê ya dîrokî de, li Rojhilata Navîn şorekeke mezintir a dikare demokrasî û azadiyê bide gelan pêk were û işaret bi pêwîstiya vê yekê kiriye.

Civîna me ya komîteya navendî, karê pratîkî yê sala bihurî di xeta Rêbertî û şehîdan de bi rengê rexnedayin û rexnekirinê de nirxandiye, şaşitî û kêmasî tespît kiriye û daye xuyakirin ku pêwîste di xeta Apoyî de guhertinên zîhnî, îdeolojîk û rêbazî werin kirin. Bi taybetî, nêzîkatiyên jiberkirî û pratîka teng, helwesta ku xwe ji dîsîplîna partiyê vedigire, kevneperestî û taloqkarî mehkûm kiriye û di rêxistinbûn û rêbaza kar de bal kişandiye ser girîngiya helwesta pêngavî û jêhatî. Ji bo sererastkirin û pêşvebirina rêbaz û sîstema me ya rêveberiyê, nerîn û biryarên pêwîst destnîşan kiriye.

SALVEGERA DAMEZRANDINA PKK'Ê PÎROZ BE

Civîna me ya komîteya navendî, ku di pêvajoyeke bi vî rengî ya salvegera 39. a damezrandina fermî ya PKK'ê de karê xwe bi serketî kir, bi encamên derxistî cejna partiyê di serî de li Rêber Abdullah Ocalan, li hemû hevrêyan, gelê me û mirovahiya şoreşger-demokratîk pîroz kir û li ser vê bingehê kir ku partiya me û gelê me hê bi biryardarî, plankirî û amade dest bi sala 40. a partiyê bikin. Bi vî awayî di sala 40. a PKK'ê de partîbûyîn, gerîlabûyîn û serketina têkoşîna me ya neteweya demokratîk ji niha ve misoger kiriye. Di xeta azadiya jinê de, li ser bingeha dînamîzma ciwanan, serketina têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê me ji niha ve misoger kiriye. Li ser vê bingehê bang li hemû endamên partiyê û gel kiriye ku di xeta Apoyî de li her qadê ji bo rêxistinbûnê seferber bibin û di xeta serketinê de têbikoşin."