PJAK: Mam Celal hem li çiyê hem jî li bajêr bi rola dîrokî rabûye
PJAK'ê, Mam Celal weke têkoşer û pêşmergeyê çiya û rojên teng bi nav kir û destnîşan kir, ku Mam Celal hem li çiyê hem jî li bajêr bi rista xwe ya dîrokî rabûye.
PJAK'ê, Mam Celal weke têkoşer û pêşmergeyê çiya û rojên teng bi nav kir û destnîşan kir, ku Mam Celal hem li çiyê hem jî li bajêr bi rista xwe ya dîrokî rabûye.
Hevserokatiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ji ber wefeta Sekreterê Giştî yê YNK'ê Celal Talebanî peyamek sersaxiyê ji Polîtburoya YNK'ê re şand.
Di destpêka peyama PJAK’ê de wiha hate gotin: "Mam Celal ew xebatkar bû ku heta dawiya emrê xwe tawîz neda û li ser rêya xwe ya Kurdayetî kar kir, têkoşiya. Temenê xwe ji bo gelê xwe jiya."
PJAK'ê xemgîniya xwe ya ji ber wefata Celal Talabanî nîşan da û wiha dewam kir: "PJAK ji ber wefata Mam Celal xemgîn e. Em hêvîdar in ku hevrêyên Mam Celal wek rêber û kesayetiyên payebilind di nava xebata Kurdistanê û YNK'ê de li ser rêya Mam Celal û têkoşîna xwe dewam bikin. Her weke Mam Celal bi wêrekî û Kurdewarane xebata gelê xwe berdewam bikin."