PJAK'ê banga boykota hilbijartinên 1'ê Adarê yên li Îranê kir

PJAK'ê têkildarî hilbijartinên 1'ê Adarê yên Îranê daxuyaniyek da û diyar kir ku ew hilbijartin li dijî armanc û rêgezên “Jin, Jiyan û Azadiyê” ne û bang li her kesî kir ku wan hilbijartinan boykot bikin.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK)’ê têkildarî hilbijartinên parlamentoya Îranê daxuyaniyek da û banga boykotkirina hilbijartinan kir.

Deqa daxuyaniyê wiha ye:

“Hilbijartina Îranê ya 1’ê Adarê, 2024, li dijî armanc û prensîbên Jin, Jiyan û Azadiyê ye. Bê guman ji bo hilbijartineke azad û demokratîk tu derfet tune ne. Hemû hêz û serwet di dest aliyekî tundrew û qirker de hatiye komkirin û ji qada siyasî heta warê aborî û perwerdeyê di bin desteyeke radîkal de ye. Artêşa Pasdaran siyaset xistiye bin hegemonyaya xwe ya bêrikaber û vê yekê jî bi hinceta parastina sîstem û civakê dike. Sîstemeke sultexwaz hatiye pêkanîn ku stûxwarkirina civaka sivîl wek erka xwe dizane. Jinavbirina kesên muxalîf, qirkirina kesên cudafikir û tunekirina gelan di bingeha xwe da jinavbirina hemû hêzên demokratîk e. Saziyên çavdêriyê rê li ber her cure dengdaneke azad digirin. Hemû mafên civaka sivîl hatine binpêkirin û qedexekirin. Li şûna ku bi awayekî fermî mafên civaka sivîl nas bikin, berê xwe didin sextekarî û fêlên siyasî. Bi siyaseta qirkirin û yekdestkirina desthilatê ev hilbijartin ne ku hilbijartina civakê ye, berevajî, bi awayekî mutleq hilbijartina desteyeke desthilatdar û tundrew e. Armanca hilbijartinê hiştin û parastina desthilata dîktatorane ye. Bê guman ji ber tunebûna azadî û demokrasiyê tu cure edalet û wekheviya civakî xuya nabe. Lewma tu rewabûneke hilbijartinê tune ye û tenê dibe sedema hiştina desthilatdariyê ku ew jî qeyran û hejariyê du qat zêdetir dike.

Çend meh in bi armanca xapandina gel bi her cureyî fêlên siyasî û senaryoyên sexte tên çêkirin û vê siyasetê bi awayên cuda cuda û bi rêya gelek sextekariyan bi ser gelan de disepînin. Hemû saziyên çapemeniyê xistine rewşa alarmê û bi rêya medyayê raya giştî ya civakê berevajî dikin û gefê li her kesî dixwin. Ji niha ve dengnedan kirine amûreke gefxwarinê.

Her cure beşdariya li hilbijartinê tê wateya pesendkirina siyaseta serkutker. Bê guman tu pareke karker, karmend, malnişîn, perestar, xwendekar, rewşenbîr, azadîxwaz û ciwanan û bi taybetî tu pareke jinan di vê şanoya yekalî de tune ye û bi tu awayî daxwaza wan li ber çavan nayê girtin. Li dijî hemû çîn û gelên bindest gendelî, spîkirina pere û rantê dikin da ku hemû beşên hilbirenadin û aboriyê di bin destên wan de bin. Li ser vê bingehê, boykotkirina hilbijartinê beşek e ji tevgera şoreşgerane û civakî ya Îranê. Ev hilbijartin di rastiya xwe de bûye meydana rikaberiya li ser desthilat û dabeşkirina serwetê. Taybetmendîya civak-teweriyê ji vê proseyê hatiye derxistin û civakê tenê wek amûreke rewatîdanê bi kar tîne. Ji bo avakirina rêveberiyeke siyasî û civakeke tendurist bi mebest û bi awayekî aşkera tu bingeh û rêgezeke exlaqî li ber çavan nayê girtin. Hetta dîn jî kirine mezintirîn amûra siyasî da ku bikarin bi vê siyasetê beşdariya li hilbijartinê zêdetir bikin. Bê guman mezintirîn metirsiya beşdarbûnê dirêjtirkirina temenê desthilata dîktator û paşxistina tevgereke civakî û azadîxwazane ye û berdewambûna rewşa kombûna qeyranên malwêranker e. Lewma em li ser her cure beşdariya li hilbijartinê hişdariyê didin.

Ev hilbijartin di bingeha xwe de serkutkirina demokrasiyê û qedexekirina azadiyan e. Wan kesên ku hê duh di serhildana şoreşgerane ya gelan de li ser kolanan qirkirin dikirin, îro destûr dane wan ku xwe berbijêr bikin. Ev hilbijartin bi temamî li dijî serhildana hemû gelan hatiye sazkirin. Ev hilbijartin ji bo desthilatê bi temamî hilbijartineke nîhaî ye, çinku li gorî rejîmê gel bi beşdarbûna li vê hilbijartinê bi awayekî siruştî ji tevgera şoreşgerane poşman dibin. Desthilata dîktator piştî destpêkirina tevgera şoreşgerane ya 2022’yan ji bo sekinandina binpêkirinan tu gaveke pratîkî neavêtiye. Hewl dide jinan ji tevgera jin, jiyan, azadiyê dûr bixe û wan vegerîne rewşa koletî û dîlbûnê ya berê. Lewma ji bo rêzgirtina li tevgera jin, jiyan, azadiyê û ji bo şermezarkirina serkutkariyên desthilatê, wek erkeka exlaqî, siyasî û demokratîk em boykotkirina hilbijartinê radigihînin û li gorî me mafê biryardan û avakirina îro û siberojê mafê civaka sivîl e. Tevgera şoreşgerane ya gelan li jortirî hilbijartinekê ye.

Çaresernekirina pirsgirêka Kurd, domandina siyaseta asîmîlasyon û qirkirina çandî li dijî gelên Kurd, Azerî, Belûç, Ereb, Mazenî, Gîlek û gelên din û siyaseta îşkencekirin û îdamkirinê sûc in li dijî mirovahiyê. Komara Îslamî ya Îranî ji bo çareserkirina pirsgirêkên têkildarî gelan bi taybetî ji bo pirsgirêka Kurd gavekê neavêje û ji bo hiştin û domandina sîstema serkutker û îdamê sûdê ji hilbijartinê werdigire. Tu rewabûneke vê hilbijartinê ji bo gelên bindest tune ye.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) daxwazê ji hemû gel û neteweyên bindest û hemû çînên civakî, bi taybetî daxwazê ji karker, karmend, xwendekar, rewşenbîr û jinan dike ku bi awayekî yekgirtî û bi hemû hêza xwe beşdarî boykotkirina hilbijartinê bibin. Bê guman helwesteke bi vî rengî daxwaza civakê ya bihêz a ji bo misogerkirina siberojeke azad û demokratîk nîşan dide. Boykot mafekî siruştî û demokratîk e û dibe alîkariyeke dîrokî ji bo bihêzbûn û mayîna tevgera şoreşgerane û civakî. Boykotkitina hilbijartinê dikare morala gelan bilind bike.”