Gerîla piştî çalakiyê tevgera artêşa Tirk qeyd kir

Gerîlayên ku piştî ew qas çalakiyên li herêma Avaşînê bi silametî vegeriyan, tevgera artêşa Tirk a piştî çalakiyê jî qeyd dikin.

Çalakiyên gerîlayên HPG'ê û YJA Starê li qada Avaşînê her roj bi şêwaz û taktîkan li dijî artêşa Tirk a dagirker didome.  Ji aliyekî ve gerîlayên ku li tûnelÊn şer li ber xwe didin rê nadin leşkerên Tirk, li aliyê dî tîmên gerîla yên mobîl ku li eraziyê bi cih bûne her roj derban li artêş Tirk didin. Gerîlayên ku piştî ew qas çalakiyan bêyî ku windayî bidin vedigerin, piştî çalakiyê tevgerên artêşa Tirk jî bi kamerayan qeyd dikin.

Dema piştî çalakiyê ya li Werxelê ya li dijî leşkerên Tirk ku 18'ê Tîrmeha 2021'an pêk hatî ji hêla gerîlayan ve tê qeydkirin.

Piştî guleya pêşî leşker kozik û malzemeyên xwe yên şer berdidin, direvin. Gerîlayan leşker dorpêç kirine û 5 leşkerên Tirk ên dagirker di çalakiyê de hatibûn kuştin. Dema çalakiyê leşkerên Tirk yên ku nikarin bersivê bidin gerîla, ji qereqolên ser sînor alîkariyê dixwazin û piştre erazî bi obûs û hawanan tê bombekirin.

Dema avêtina obûs û hawanan gerîla dîmenê digerin û bi rehet û xwînsar xuya dikni. Di bin bombebaranê de wiha tê gotin: ''Artêşa Tirk a dagirker ji tirsa xwe herêma Banîsta dibe ber obûs û hawanan. Leşkerên ku ketine tirsê nema dizanin çi bikin. Niha jî ji qereqolê ser sînor ji bo ku moralê leşkeran xweş bigirin obûsan davêjin. Hevalên me beriya bi çend deqeyan çalakiyeke bi profesyonelî kirin û bi silametî vegeriyan ser cihê xwe. Niha jî leşkerên Tirk ji bo ku eraziyê bişewitîne, qelha sirûştê bîne bi vî rengî êrîşê tîne. Weke ku tê dîtin ti encamek jî bi dest wan ve nayê.''