Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Piraniya avahiyên li Elbistanê hilweşiyan di 10 salên dawî hatibûn çêkirin

Hilweşîna li Elbistanê ku yek ji navendên erdhejê ye, bandor li sedî 70 ê bajêr kir. gelek avahî bi temamî hilweşiyan. Piraniya avahiyên xera bûn jî di nava 10 salên dawî de hatibûn çêkirin.

Li Elbistanê ku piştî erdheja duyemîn gelek mirovan jiyana xwe ji dest dan, avahî herî zêde li kolana Meletiyê û hin taxên din ên Elbistanê hilweşiyan. Eşkere bû ku piraniya avahiyên li van taxan hilweşiyan di salên dawî de di çarçoveya 'destûra li gorî rêvebernameya erdhejê' hatibûn çêkirin.

Li Elbistanê sektora înşaetê bi taybetî salên dawî zêde bû. Li gel vê yekê destûra ji bo çêkirina avahiyên nû û bilind, piştî hilbijartinên dawî hate dayin.

Piştî ku AKP li Elbistanê di hilbijartinê de bi ser ket, destûra ji bo sektora înşaetê zêde bû. Gelek kesên ji bajêr ên ku em pê re axivîn, diyar kirin ku di nava sê salên dawî de avahiyên luks û gelekî bilind li bajêr hatin lêkirin û bi buhayekî gelekî zêde hatin firotin.

Li bajêr ku li herêma erdhejê ye, eşkere bû ku şaredariya AKP'î ji bo avahiyên deh qatî jî destûr daye. Her wiha belgeya 'li gorî rêvebernameya erdhejê ye' dane van avahiyan.

ÎDÎAYA KOLON HATIN BIRÎN

Di lêkolînan de ku me li avahiyên hilweşiyayî kir, me dît ku kolon hatine birîn yan jî malzeme kêm hatine bikaranîn.

Şêniyên ku em bi wan re axivîn ragihandin ku avahiyên pir qatî bi giranî dema dawî hatine çêkirin, li van avahiyan jî ji bo cih ji kargehan re bê çêkirin kolon ji aliyê karsazan ve hatine birîn û şaredariyê jî destûr ji vê yekê re daye.

ÎDÎAYA BERTÎLÊ

Yek ji îdîayên ku şêniyên herêmê anîn ziman ew e ku şaredariyê ji avahiyên nû bertîl wergirtiye. Li Elbistanê tê axaftin û tê zanîn ku şaredariya AKP'î ji avahiyên nû bertîl standiye, belgeya 'li gorî erdhejê ye' jî di encama vê bertîlê de ji avahiyan re hatiye dayin û malzeme bi têrkerî di çêkirina avahiyê de nehatine bikaranîn.

Yek ji karkerên înşaetê ku li hin ji avahiyên nû hatin lêkirin dixebitî, anî ziman ku li Elbistanê avahî bi malzemeyên neçê hatin çêkirin û ne di dema çêkirinê de ne jî piştî ku qediya avahî nehatin kontrolkirin. Her wiha diyar kir ku têkiliya muteaîtan a bi şaredariyê re baş bû, lewma pirsgirêkên li înşaetê ji nedîtî ve dihatin.

Lêkirina avahiyan li Elbistanê bi taybetî 10 salên dawî zêde bûn. Bi taybetî jî 3 salên dawî gelekî zêde bûn. Destûra çêkirina van avahiyan jî ji aliyê şaredariya AKP'î ve hate dayin.

NERAZÎBÛNA GEL

Şêniyên Elbistanê ên em bi wan re axivîn diyar kirin ku karesata rû da 'ne emrê Xwedê' bû, ji ber hêrsa mirovan a qezençkirina pere bû, ji bo vê qezencê jî bi buhayekî zêde avahî mîna goristanê ji mirovan re hatin firotin.

Hin komeleyên nêzî AKP'ê li nava bajêr digerin û propaganda 'emrê Xwedê bû' li nava gel dike, lê belê xelkê herêmê nerazîbûneke tund nîşanî vê yekê da. Kesekî ji Elbistanê nerazîbûn nîşanî van komeleyên nêzî AKP'ê da û got, "Şaredariyê di berdêla bertîlê de destûr da van avahiyan. Li vir emrê xwedê nîne, ji bo hinek hîn bêhtir pereyan qezenç bikin bi milyonek lîreyî gor ji mirovan re hatin firotin."