Peyamên Newroza Qendîlê: Azadiya Rêber Apo û Yekîtiya Neteweyî

Bi hezaran kes ji çar parçeyên Kurdistanê tevlî Newroza Qendîl bûn. Peyama derket pêş jî biryardariya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû.

Bi tevlîbûna hezaran kesî Newroza 2023’an a Qendîl bi dirûşma ‘Bi xurtkirina têkoşînê Peymana Sedsalî tine dikin û Kurdistanê diparêzin’ bi coşek mezin tevî baranê hate pîrozkirin.

Newroz sersala Kurdan e û ji bo Kurdan ketina saleke nû ye. Me jî li ser coşa Newroz û hêviyên sala nû bi peyamên kurt ên beşdarên Newroza Qendîlê girt. Peyama hemû beşdaran azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd û Yekîtiya Neteweyî ya gelê Kurd bû.

Leyla Şerîf: Kêfxweşim ku li Newroza Qendîl bû. Atmosfereke pir xweş e. Li vir xwe azad hîs dikim. Newroza çar parçeyên Kurdistanê pîroz dikim. Li Qendîlê azadî heye. Mirov nikare li bajarên din hestên xwe azad îfade bike.

Skala Elî Ewla: Baran, berf jî bibare Kurd tim Newrozê bi germ û geş pêşwazî dike. Hêviya min ew e ku sala bê Rêber Apo azad bibe. Ev cejin ji bo me bibe du cejin.

Peyman Abdullah: Bi hêviya ku ev Newroz bibe ya serketinê. Azadî ji bo Rêbertî dixwazin. Agirê Newrozê bibe agirê serhildanê. Em azadiyê ji gelê xwe re dixwazin.

Saman Îbrahîm Osman: Newroza Qendîlê bûye navendek ya her çar parçeyên Kurdistanê lê kom bibe. Bi hêviya ku Rêber Apo li zindanê azad bibe. Kongreya Netewî bê avakirin. Kurd li her çar parçeyan bibin yek. Îro ji her demê zêdtir bi yekîtiyê kongreya netewî heye. Kongreya Netewî nebe, em nikarin gelê xwe li her çar parçeyan kom bikin.

 

Nûran Sezgîn: Newroza îsal Newroza têkbirina faşîzma AKP-MHP’ê ye. Azadiya Rêber Apo ye. Ji bo wê divê ji her demê bêhtir îsal Newrozê bi coş pêşwazî bikin. Eger yekîtiya gelan xurt bibe, teqez wê faşîzim têk biçe.