Pêşmergeyên Dêrîn: Partiyên Başûr pêşmerge kirin qurban!

Pêşmergeyên Dêrîn gotin, "Li Kerkûk û herêmên din pêşmerge nekişiyan. Ya şikest ew siyasetmedar in, ku pêşmerge ji axa welêt derxistin û kirin pêşmergeyên partî û rêxistinan."

Pêşmergeyên Dêrîn, vekişîna pêşmergeyan bi fermanê ji herêmên cihê nîqaşê nirxandin û nerazîbûn nîşanî nîqaşên li ser pêşmergeyan tên kirin, dan.

'SEDEMA ŞIKESTINÊ EW BI XWE NE'

Yek ji Pêşmergeyên Dêrîn Ebdurrahman Xelîfe yê 60 salî got, "Pêşmerge berê hêzeke ku şerê parîzaniyê dikir. Eger tu bixwaze pêşmerge bike artêş, pêwîste tu destpêkê fermandariyeke giştî ava bike. Bêyî avakirina fermandariyeke giştî eger tu hewl bide pêşmergetiyê bike artêş, tu yê hingî hêza şerê partîzaniyê jî bikuje. Nabe ku hêza leşkerî û şervaniyê di nava siyasetê de be. Siyaset şervan û artêşê xera dike. Her pêşmergeyek, partîzanek nêrîneke xwe ya siyasî dibe ku hebe, divê hebe jî. Lê belê divê ne şervanê wê be, divê şervanê axa xwe û welatê xwe be.

16'ê Cotmehê li Germiyan, Xurmatû, Kerkûkê hin bûyer qewimîn. Hêzên Alaya 70. hêzên Alaya 80. hene. Hêzên Alaya 70. ên YNK'ê ne, yên Alaya 80. ên PDK'ê ne.

Şikestinek çêbû. Ji ber vê şikestinê hevdu sûcdar dikin. Lê eger fermandariyeke giştî ya ku herdu hêz pê ve girêdayî hebûya, wê wextê wê xwediyê şikestinê fermandarî bûya.

Pêşmerge niha fermanên xwe ji van kesan digirin. Sedema şikestinê ew e ku ferman ji cih û kesên cuda tên girtin. Ya ku şikest, pêşmerge nebû. Tesîra parçebûna siyasî li ser hêza pêşmergeyan bû. Ji ber vê yekê ya ku şikest partî û siyasetmedar in. Pêşmerge ne şikest."

'WELATPARÊZÎ BI PEREYAN NAYÊ KIRIN'

Sîrvan Seîd ê 57 salî yê ji Kîfrî ku di salên 1980'î de pêşmergetî kir, destnîşan kir, ku pêşmergetî bi welatparêzî û netewebûnê tê kirin, bi pereyan nayê kirin.

Seîd got, "Ji ber ku me bi van hestên bedew pêşmergetî dikir, me şer dikir, em dikarîbûn şer bikin. Wê wextê derdê me yê ji bo pereyan tine bû. Tenê derdekî me hebû, ew jî welat û axa me bû. Niha hatin pere xistin şûna wan hestên bedew û mezin. Pêşmergetî kirin bi pereyan. Piştî ku bi pereyan hate kirin, êdî welatparêzî, netewetî nema. Dema pere bê dayin dike, neyê dayin nake. Fermandarên me yên berê jî mîna me bûn. Li pey pere, şîrketan nediketin. Lê belê fermandarên niha ne welê ye. Hemû xwedî kargehan e, xwedî razemeniyan e. Pêşmergeyan ji bo parastina şîrket, mal û pereyên xwe bi kar tînin. Rewşa partiyan jî bi vî rengî ye. Ya kesan jî bi heman rengî ye mixabin."

Seîd destnîşan kir ku ya li Kerkûkê qewimî xiyaneta li pêşmerge û gel bû û got, "Fermandaran xwe vekişandin, bi fermanên xwe kirin ku pêşmerge jî xwe vekişînin."

'MÎNA HER TIŞTÎ PÊŞMERGE JÎ PARÇE KIRIN'

Pêşmergeya Dêrîn a 54 salî Ronak Mecîd jî got, ji ber ku pêşmergeyên li Başûrê Kurdistanê ji hêzeke neteweyî wêdetir kirin hêzên kes û partiyan, encameke bi vî rengî ya giran derkete holê.

Mecîd got, "Li navenda Kerkûkê 2 hêzên asayîşê, 2 hêzên polîs, 2 hêzên taybet ehbûn. Ev rewş bi xwe nîşan dide bê parçebûn di kîjan astê de bû.

Parçebûn ne tenê di vir de bû. Mînak, her berpirsyarê partiyekê xwedî tûgayeke serbixwe heye. Ev rewş di nava pêşmergeyan de rê li ber nakokiyên partî û şer vekir.

Di salên 80'î de jî pêşmergeyên herdu partiyan hebûn. Lê belê wê wextê ne ji bo berjewendiyên partiyan, lê ji bo azadiya welat têdikoşiyan.

Di dema Enfalê de hemû pêşmerge li gel hev bûn û bi hev re têdikoşiyan.

Şikestina rû da, şikestina pêşmergeyan nîne. Ya partiyên siyasî û siyasetmedarên me ne."