'Pêşengên meşê girtî û dayik in' -NÛ BÛ

Parlamentera Amedê ya DEM Partiyê Ceylan Cupolo Akça ku yek ji beşdarên Meşa Mezin a Azadiyê bû, anî ziman ku pêşengên çalakî û meşê dayik û girtî bûn.

Ceylan Cupolo Akçaya parlamentera DEM Partiyê ya Amedê got: ‘’Meşa me bi coşeke mezin derbas bû, gelê me xwedîderketineke mezin nîşan da. Biryardariyeke mezin hem ji aliyê gel ve hem jî ji aliyê meşvanan ve  hate nîşandan.’’

Tevî ku çalakiyên greva birçîbûnê yên girtiyên PKK'ê û PAJK'ê yên li girtîgehên Tirkiyeyê û Nobeda Edaletê ya bi pêşengiya malbatên  girtiyan dewam dikir, Ceylan Cupolo Akça ya parlamentera DEM Partiyê ya Amedê yek ji beşdarvana Meşa Mezin a Azadiyê bû û ji ajansa me ANF’ê re axivî.

Akça diyar kir ku beriya şêwaza pêkanîna tecrîdê hewce ye li pozîsyona Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nêrîn  ku tecrîd li ser wî tê kirin û got: ‘’Ji ber ku tê zanîn ku Birêz Ocalan ji bo gelê Kurd tê çi wateyê û dikare li Rojhilata Navîn çi guhertinan bike,  ev yek pergala tecrîdê kûrtir dikin.  Zêdetir têkiliyê qut dikin. Dixwazin têkiliya Birêz Ocalan ya li gel gelê wî qut bikin. Li ser navê Îmraliyê ji tevahiya gelê Kurd re peyameke kûr tê dayîn. Ez vê şibandinê tim dikim û wê tim bikim jî; gelek cudahî di navbera rejîma  Afrîkaya Başûr û ya Kurdistanê de heye.’’

HEMÛ ÇALAKÎ JI ALIYÊ GEL VE HATIN DESTPÊKIRIN

Akça anî ziman ku hemû çalakiyên ku li dijî tecrîdê hatine kirin, ji aliyê gel ve hatine destpêkirin û axaftina xwe wiha dewam kir: “Gel yan jî sivîl, yanî rêxistinên sivîl pêşengiya van çalakiyan kirin.  Em weke  siyasetmedar me di nava çalakiyan de cih girt. A rastî di vê çalakiyê de jî pêşengî ya girtiyan bû. Me jî weke parlamenter û siyasetmedaran Meşa Mezin a Azadiyê da destpêkirin û li gel gel cihê xwe di nava van çalakiyan de girt. Pêşengên van çalakiyan dayik bûn, girtî bûn û  gelê Kurd yê çavnetirs bû ku daketin kolanan. Pêngava ewil ji girtiyan hat û tevî ku şert û mercên li girtîgehan dijwar in jî ev berpirsiyarî girtin ser milê xwe. Em dizanin ku li hemberî van kiryaran wê helwesta rêveberiya girtîgehan ya ji bo girtiyan çawa be. Wê bi cezayên dîsîplînê zextê li girtiyan bikin û dibe ku tehliyekirina wan jî were betalkirin. Dibe ku ji bo gelek dayikên me yên ku daketin kolanan lêpirsîn werin vekirin, lê belê tevî van hemû polîtîkayên çewisandin û tirsandinê dayik û girtî pêşengên vê mijarê ne.’’

ÇARESERÎ LI ÎMRALIYÊ YE, GIRÊDAYÎ VEKIRINA DERIYÊN WÊ YE 

Akça got ku ev hemû çalakî ji ber ku ji bo berjewendiyên civakê hatine kirin ji aliyê civakê ve xwedîderketineke mezin hate nîşandan û ev yek anîn ziman: ‘’Meşa me bi coşeke mezin derbas bû, gelê me  xwedîderketineke mezin nîşan da. Biryardariyeke mezin hem ji aliyê gel ve hem jî ji aliyê meşvanan ve hate nîşandan. Li hemû bajaran bi hezaran kes hatin pêşwaziyê û gelê me di meş û seredanên me de li gel me bû û hêzeke mezin dan me. Li hemû bajaran daxwaziyên me yên ku me bi hev ve girê didin, bi yek awazî hatin gotin. Tevî anons û gefên polêsan jî gelê me meş bi tenê nehişt û serî ji gefên wan ên qirêj re netewand. Vê yekê  jî nerazîbûna me ya li dijî tecrîdê û biryardariya me ya di mijara misogerkirina azadiya fizîkî ya Birêz Ocalan de eşkeretir, derdixist holê. Çareseriya gelek krîzan girêdayî vekirina deriyên Îmraliyê ye. Êdî niha her kes vê yekê baş dizane.’’