Pêla şer tê Îranê

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Riza Altun diyar kir rêveberiya nû ya DYE’yê dev ji polîtîkaya hevsengê berdide, li dor Îranê dixwaze blokekê çêbike û got, piştî ku li Sûriyê û Iraqê qels bû êdî şerê ku li Rojhilata Navîn kirî wê neçar bimîne ku di nav xwe

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Riza Altun diyar kir Îran mozaîka civakên etnîk, dînî û mezhebî ye û wiha got: ‘’Heke şer derbasî Îranê bibe dibe ku qiyamet rabe. Mozaîka civakên etnîk ji hêla îdeolojîk ve mirov tenê li ser mezhebekê bixwaze ava bike, bi teşeyên desthilatdariyê yên paşverû yên wê hişmendiyê nameşe. Ji bo vê jî li ser zemîna rapirsîna li rejîma siyasî ya wê hişmendiyê, pêdiviya Îranê bi guherîn, veguherînê û reformê heye.’’

Di beşê çaran ê hevdîta me de, ya bi Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Riza Altun re, me pirsên têkildarî operasyona Mûsilê ya berdewam, encamên wê yên pêkan e, planên Îranê yên li herêmê, xeleke ku rêveberiya nû ya DYE dixwaze li dor Îranê çêbike û Îran çawa dikare rêyeke xilasiyê ya rasteqîn bibîne, kirin.

Di nirxandina beriya niha de ya têkildarî operasyona Mûsilê, we gotibû şerê rastî wê piştî operasyonê dest pê bike. Hûn hê jî li ser ya xwe ne, encam wê çi bin?

Tişta ku wê demê min gotî ji bo min hê jî derbasdar e. Niha operasyon berdewam dike û dawiya dawî dagirkeriya DAIŞ’ê ya li Mûsilê wê biqede. Em li ser aktoran li ser kêşeyan binerin.

*Tirkiye: Li Başûrê Kurdistanê, li Başîka, li Şengalê û li qadên din li Iraqê siyasetê dike. Bi hevalbendiya PDK’ê ev anî hate rewşa şer. Piştî ku Mûsil ket Tirkiye û PDK wê li cihê xwe rûnenin. Heke hatibin heta bi Başîka, heke heta bi Şengal û Til Eferê diçin, têkildarî encamên operasyona Mûsilê hesabekî wan heye.

*Şerê Şiî û Sinnî: Mûsil herêmeke sinnî ye. Hêzên Ebadî ku partnerê Koalîsyonê ye Şiî ye. Li Til Eferê jî hêzeke xwcih a Şiî têdikoşe. Piştî rizgarkirina Mûsilê meseleya Şiî û Sinnîyan wê çawa çareser bibe?

*Koalîsyona Navdewletî: Koalîsyon bi Ebadî re hevalbend e. Piştî ku DAIŞ têk çû, hêviya wan çi ye, Mûsileke çawa dixwazin? Mûsila ku Ebadî dixwaze û ew dixwazin weke hev e? Ev jî qadeke arîşeyan e.

*Îran: Ebadî bi hevalbendiya bi DYE’yê re hatiye ber bi pareke hevpar ve lê hêzên Îranê hene ku ji berê ve li wir serwer in. Piştî ku Mûsil ket Îran û hêzên bi Îranê re têkildar  wê bi ser de biçin. Roja ku Mûsil ketî dibe ku Ebadî jî bikeve. Bêhtir desthilatdariyeke nêzî Îranê dibe ku ava bibe. Heke ev nebe wê şerekî pir mezin çêbibe.

Kurd: Arîşeyên Kurdan jî hene, mînak xala 140. a Destûrê hê jî bi problem e û di pratîkê de kêşeyên giran hene. Li Til Eferê û Şengalê arîşe hene. Di navbera Kurdan û dewleta navendî de arîşe hene.

Ti aktor wê nebêje em arîşeyan çareser bikin?

Na, hi kesek wê nebêje em arîşeyan çareser bikin. Her kes ji bo desthilatdariya xwe wê arîşeyan bijî. Dema ku arîşeyan tev dide jî jî bi hev dişkîne jî wê hewl bide li ser hine dî xwe xurt bike û wê siyaseta ku bibe serwer bimeşîne. Dema ku Mûsil ket ev dikare were maneya ku qiyamet rabe.

Kî vê naxwaze?

Em hene. Em hebûna her kesî meşrû dibînin û xwedî wê paradîgmayê ne ku di rewşeke demokratîk de her kes xwe bi rengekî azad vebêje. Hêzeke dî nîn e. Tenê em hene, lê van a xwe kirin yek û nehiştin ku em tevlî operasyona Mûsilê bibin.

Ji vir dixwazim werim mijara Îranê. Van demên dawiyê gotinên Serokê DYE’yê Donald Trûmp ên li ser Îranê hene. DYE dixwaze çi bike?

Divê mirov Îranê kêm nebîne. Ji Yemenê bigirin ta bi Sûriyê li her deverê heye. Hebûna xwe li ser zemîneke dîrokî, îdeolojîk, polîtîk datîne.

*Ji hêla dîrokî ve hêzeke wiha ye ku nûnertiya împratoriyekê kiriye.

*Ji hêla îdeoojîk ve xwedî nêzîkatiya mezheba Şiî ye.

Ji bo vê jî li her deverê ye. Hin mewziyan jî bi dest ve tîne. Mînak tiştên ku li Yemenê dike, bandora wê ya li ser welatên kendavê, nakokiyên wê yên bi Siûd re Israîl re, serweriya wê ya li ser Iraqê û rola ku li Sûriyê lîstî, ji van hêlan ve hêzeke girîng e.

Rêveberiya Obama ev hêza Îranê berçav kir û xwest ku hevsengekê çêbike. Fersend da ku Îran li Rojhilata Navîn hêza xwe biparêze lê di ber de jî xwest ku enerjiya atomê rawestîne. Xwest ku hevsengeke wiha deyne. Ev hevseng di berjewendiya Îranê de bû. Bi rabûna ambargoyê re û bi geşbûna têkiliyên navdewletî civak hinekî rehet bû. Di serî de Iraq, li ser Sûriyê û Yemenê dest bi siyaseteke hê kûrtir û serkeftî kir. Ji Israîlê re bû tirsa herî mezin.

Piştî ku Trûmp hate ser kar, dema ku mirov li daxuyaniyên wî dinere weke ku rewşê wiha qebûl nake. Û ji hin nêzîkatiyên pratîk jî diyar e ku qebûl nake. Bi taybetî piştî hilbijartina DYE, daxuyaniyên Qesra Spî û Trûmp dibe ku ji bo Îranê destpêka serdemeke nû be. Gotin ti hikmê peymanên heta niha nîn in û Îran talokeyeke girîng  e û di kategoriya dijmin de bi cih kirin. Ev tê vê maneyê; li tevahiya Rojhilata Navîn Emrîka li dijî Îranê wê siyasetê bike.

Gavên vê yên pratîk çêbûn, kîjan gav hatin avêtin?

Niha em binerin dema ku Trûmp hate ser kar pêşî li kê geriya:

*Li Israîl geriya; di asta pêşî de lêgerîna li Israîlê tê vê maneyê; ‘tu hevalbendê min ê sereke yê stratejîk î, dijminê te dijminê min e jî.’

*Li Erebîstan Siûdî geriya; Erebîstan Siûdî kraliyeke biçûk e. Lê got, ‘’li dijî dijminê te yê sereke ez hazir im ku te biparêzim’’ Dijminê sereke yê Siûdî Îran e.

Li Urdunê geriya; Urdun bêhtir di nav têkiliyên Filîstîn, Israîlê de cih digire. Di dinyaya Ereb de, bi taybetî jî li deverên weke Ingilistanê û hwd. dikare bandorê bike.

*Li Misrê geriya; Piştî ku li Misrê geriya, daxuyanî da û got; ‘Li dijî DAIŞ’ê çaw ku me yekîtiyek ava kir, li dijî talokeya Îranê jî em ê yekîtiya Ereb ava bikin.’’ Ango dibêjin, em ê koalîsyona Ereb ava bikin. Misir pêşengê yekîtiyke wiha ye ku wê were avakirin. Ji dîrokê ve tim misyona pêşengiya siyasî ya Misrê heye. Lêgerîna li Sîsî û piştre birina wan Sîsî ya li Qesra Spî, tê wê maneyê ku lîdertiya Yekîtiya Ereb a ku wê ava bikin wê Misir be. Misir welatê herî mezin e. Xwedî wê hêzê ye ku dikare siyasetê bike, dikare bandorê li Ereban bike. Her wiha nakokiyên xwe yên bi Israîlê re jî çareser kirine. Naxwe hem ji bo Israîlê biparêze û hem jî ij bo ku Ereban di bin banekî de bicivînin rola Misrê girîng e.

Li dijî Îranê xebateke wiha tê kirin.

Ev dikare bi ser bikeve?

Ev tê wê maneyê ku wê polîtikaya xwe êdî bibe Sûrî û Iraqê. Niha Iraq û Sûriye ji polîtîkaya Ereb qut bûye. Helwesteke polîtîk a balkêş heye ku bêhtir bi hêzên navdewletî û herêmî diyar bûye. Heke Yekîtiya Ereb were çêkirin wê encameke wiha derkeve holê ku bixwazin Sûriyê û Iraqê entegreyî polîtîkayên Ereb bikin û ev jî tê wê maneyê ku wê hebûna Îranê ya li Sûrî û Iraqê ji dest were standin.

Li dijî wê, wê blokekê ava bikin. Ev blok xwedî wê kanê ye ku dikare li Rojhilata Navîn ji hêla aborî û leşkerî ve şer bike, di heman demê de xwedî wê hêzê ye ku li Iranê hin hêzên ku karê navxweyî yên Îranê jî tevlîhev bikin, fînanse bikin û her wiha xwedî kana leşkerî ye jî. Bi bi karanîna van herduyan siyaseteke wiha dimeşînin ku krîza Rojhilata Navîn bibin Îranê.

Li dijî vê, wê refleksa Îranê çi be?

Îran çendî hay ji vê heye nizanim lê dibe ku hay jê hebe. Îran ji bo ku vê pûç bike zêde tiştekî ku bike nîn e. Her pir dikare çi bike; dikare hewl bide ku pozîsyona xwe ya li Sûrî û Iraqê xurt bike lê pozîsyona wê ya li Sûrî û Iraqê di talokeyê de ye. Li hêlekê Rûsya hebûna wê dipirtikîne û li hêlekê DYE di dewrê de ye. Îran tenê bi têkiliya bi rejîmê re û bi hebûna xwe çi qasî dikare têk bibe û desthilatdariya li gor daxwaza xwe ava bike û hevalbendiya xwe ya stratejîk li ser piyan bihêle. Tew piştî ku blokeke wiha hate çêkirin. Li wir jî talokeye ku Îran ji qewetê bikeve heye. Îran bi nêzîkatiyên xwe yên heyî jî dikare li wir bişike.

Ev ji bo hebûna wê ya li Iraqê jî wiha ye. Di serdema desthilatarbûnê de ya bi desteka Koalîsyona Navnetewî û Yekîtiya Ereb Îran dikare li wir jî derbê bixwe. Heke li wir derbê bixwe wê qof bibe. Heke li van du deveran ji qewet bikeve êdî şerê ku li Rojhilata Navîn dimeşîne wê di nav xwe de bijî. Ji ber ku Îran mozaîk e. Mozaîk e civakên etnîk û dîn, mezheban e. Heke şer têkeve Îranê wê qiyamet rabe û li Îranê heke carekê qiyamet rabe wê nema bihedine.

Rêyeke dî ya alternatîf a çareseriyê nîn e?

Heke Îran siyaseta xwe ya heyî bidomîne nîn e. Ji ber ku kêşeyên sereke yên Îranê hene. Ji bo van kêşeyên sereke divê çareseriyên siyasî û civakî hebin. Di serî de pirsa Kurd. Mozaîka civakên etnîk tenê bi îdeoloijya li ser mezhebekê, bi desthilatdariya paşverû ya wê hişmendiyê nikare çareser bike. Ji bo vê jî li ser zemîna rapirsîna hişmendî û rejîma siyasî pêdiviya Îranê bi guherîn û veguherînê, bi reformê heye.

Li vir Kurd nikarin rola xwe pêk bînin?

Kurd ji bo vê dikarin roleke girîng bi cih bînin. Hem di tevlîhevkirina Îranê de û hem jî di aramiya wê de dikarin rola xwe pêk bînin. Nêzîkatiya Kurdan wê li gorî nêzîkatiya Kurdan biguhere. Heke Îran çareseriyên bi rengê qebûlkirina Kurdan pêk neyîne potansiyela pêşeng a teqînê ye. Heke ev potansiyela pêşeng tevbigere li Îranê wê kêşe derkevin.

Hilbijartina Serokkomariyê heye. Ji vê bersiv ji bo bendewariyan dikare derkeve?

Niha  li Îranê hewldana guherîn, reform û nûjenkirina rejîmê nîn e. Hilbijartin ne li ser van argumanan dimeşe. Li ser Îrana klasîk dimeşe. Pir tê pivpivandin; weke ku siyaseta muhefezekar û lîberal hebe, lê ne wiha ye.  Ên ku ji wan re mihefezakar dibêjin hinek hişk axivîn û yên ku ji wan re lîberal dibêjin hinek nerm axivîn lê herdûyan jî heman tişt kirin. Nêzîkatiya klasîk a Îranê ye, taktîka rêveberinê ye. Îran welatekî dî ye. Di avakirina dewlet û desthilatdariyê de, di rêveberiya wê de û di serwerkirina wê ya li ser civakê de, tecrûbeya dîrokî ya Îranê pir kûr e. Ji ber ku niha li Îranê nîqaşên guherînên radîkal nîn in hilbijartina ku wê pêk were ne hilbijartineke wiha ye ku bikaribe qedera Îranê biguherîne. Asteke nû ya temsîla Îranê wê diyar bibe.