'Partiyên Başûr divê li gorî berjewendiyên hevpar tevbigerin'

Aktîvîsta TJA'yê Zelal Bîlgîn bal kişand ser dek û dolabên ji bo şerê navxweyî yê Kurdan tên gerandin û got, "Ji rijandina xwîna Kurdan bi destê Kurdan tiştekî zehmet û girantir nîne." Zelal Bîlgîn ji bo dawî li zimanê şerxwaziyê bê anîn bang kir.

Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Zelal Bîlgîn der barê rageşiya PDK'ê ya li Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê ava kiriye û amadekariya şer a li dijî gelê Kurd axivî. Bîlgîn anî ziman ku li dijî polîtîkayên parçe bike û bi rê ve bibe yên hêzên navneteweyî demeke dirêj e karek ji bo yekîtiya neteweyî tê meşandin û got: "Bêguman ev kar bi xurtî tên meşandin, lê belê di heman demê de polîtîkayên serweran ên têkildarî vê erdnîgariyê jî naqedin."

'BÛYERÊN LI BAŞÛR XETERNAK IN'

Bîlgîn da zanîn, di demeke ku Rojhilata Navîn jinûve tê dizaynkirin de hewl tê dayîn di navbera Kurdan bi xwe de şerekî derxin holê û wiha axivî: "Bi vî şerî re li şûna Kurd der barê xwe de biryaran bigirin, dihêlin Kurd bi şerê di nav xwe de bi xwe re mijûl bibin. Têkildarî xebatên ji bo yekîtiya neteweyî di vê mijarê de divê çi bê kirin, armanc çi ye, daxuyanî û xebatên me hene. Bi taybet bûyerên li Başûrê Kurdistanê xeternak in û mirov dixe nav fikaran. Ji ber hêzên hegemon li gorî berjewendî û armancên xwe tevdigerin. Hewl didin paşeroja xwe bixin bin garantiyê. Dema vê dikin jî hêzên curbicur li gor berjewendiyên xwe bi kar tînin. Ya em îro şahidiyê jê re dikin tam jî ev e."

'BI HEVKARIYA TIRKIYEYÊ WELAT DIKEVE NAVA XETERIYEK MEZIN'

Bîlgîn bal kişand li ser hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re û wiha dom kir: "Em wer difikirin ku divê hevkarî û hevpariyeke bi Tirkiyeyê re nebe. Êşa şerê Birakujiyê yê salên 1990’an ku xwîna Kurdan rijiya hê pir teze û nû ye. Tevî ku hê ev êş nehatine girtin, pêwîste êşên nû dernekevin holê. Li Başûrê Kurdistanê hevkariyeke bi dewleta Tirk re, tenê ne ji bo Başûr ji bo her çar parçeyên Kurdistanê wê bibe sedema tehlûkeyê. Her wiha bi vê re tenê wê berjewendiyên Kurdan ji dest neçin, wê Kurd bikevin nav pêvajoyeke qirkirinê."

'DIVÊ XWÎNA XWIŞK Û BIRA NEYÊ RIJANDIN'

Bîlgîn destnîşan kir ku ku ew weke Tevgera Jinan girîngiyek mezin didin yekîtiya neteweyî û ev tişt got: "Li ser vî esasî em careke din bang li partî, rêxistin, sazî, şexsiyetan dikin ku divê xebatên têkildarî yekîtiya neteweyî ya ji bo Kurdan weke derman e bêrawestan bi xurtî bên meşandin. Divê têkoşîneke ku xwîna xwişk û bira neyê rijandin were kirin. Li hemberî yên xwîna Kurdan dirijînin divê mirov di nav bertek û helwestan de be. Em weke tevgera jinê, girîngiyeke mezin didin yekîtiya neteweyî û em naxwazin bibin aliyekî şer. Ji ber di şer de beşa herî dezavantaj em jin in. Yên êşên şer dikişînin weke jin em in. Tevî qada me ya jiyanê bi şer tê tengkirin, yê destpêkê bi êrîşan re rûbirû tên jî em in. Lewma xebatên yekîtiya neteweyî ji bo me pir girîng in."

'DIVÊ ÇAPEMENÎ XWE JI ZIMANÊ ŞER VEGIRE'

Bîlgîn bilêv kir ku li her cihî şer zû tên derxistin, lê ji bo aştiyê hewce bi hewldan û keda zêde heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Weke TJA em dixwazin bang li hemû avabûnan bikin, şer zû tên derxistin, lê ji bo aştiyê hewce ye hewldan û kedeke zêde bên dayîn. Lewma em ji bo her du hêzan jî bang dikin ku hewce ye bi fedakarî û sebreke mezin xebatên yekîtiya neteweyî werin meşandin. Mirov neyê ti provokasyonan. Pêwîst e mirov xwe ji zimanê hêrsê yê di beşek çapemeniyê û hinek hêzan pêş xistine vegirin."

'DIXWAZIN KURDAN BIFETISÎNIN'

Bîlgîn ragihand ku divê profolîkeke yekîtiyê esas digire, li hember dijminan dibin yek esas bê girtin û got: "Tiştekî bi qasî Kurd xwîna Kurd birijîne bi êş nîne. Wê ev texrîbateke mezintir derxe holê. Hewce ye mirov di vê xisûsê de hesas tevbigere. Divê mirov armancên hêzên hegemon ên li ser erdnîgariya me fêm bike. Tirkiye hem di nav sînorên xwe hem jî li derveyî sînorên xwe dixwaze Kurdan bifetisîne. Naxwaze Kurd nefesê bistînin û der barê paşeroja xwe de biryar bigirin. Li kîjan qadê destketiyên Kurdan hebin dixwaze ji holê rake. Tirkiye hemû polîtîkayên xwe li ser dijbertiya Kurdan dimeşîne.
 
Di pêvajoyeke ku tecrîdeke giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye, dijmin û hêzên hegemon dixwazin destketiyên Kurdan ji holê rakin û Kurdan zeîf bikin. Divê Birêz Mesûd Barzanî jî di nav de hemû hêzên Kurd, vê bibînin, ji bo yekîtiya neteweyî bi rola xwe rabin."

'BERJEWENDÎ YEK ALÎ NABIN'

Di dawiya axaftina xwe de Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Zelal Bîlgîn anî ziman ku berjewendî yek alî nabin, eger berjewendî hemû Kurdan bigire nav xwe û bandor bikin, wê bi wate bin û bi van gotinan dawî anî: "Divê di têkoşîn û xebata partî û hêzên Kurd de paşeroja azad a Kurdan, jiyana azad a Kurdan, berjewendiyên hevpar, tayînkirina çarenûsa xwe ya Kurdan li pêş be. Lewma partiyên Başûrê Kurdistanê pêwîst e li ser van esasan tevbigerin û di van mijaran de hesas bin.

Ji bo yekîtiya neteweyî koma jinan jî hatibû cem hev. Bi vê komê re di demên bê de wê xebatên me yên hevpar helbet pêk werin. Her wiha em ê di nav rêze xebatên têkildarî mijarê de ku serdanên me yên derve jî wê çêbibin, wê pêk werin."