Partiya Însan û Azadî banga yekîtiya netewî kir

Partiya Însan û Azadî derbarê rûdana li Zînî Wertê daxuyaniyek niviskî da û got,''’Di vê demê de yekitiya netewî êdî bûye cîhê hebûn û tunebûnê. Cudahî û nakokiyên di navbera hêzên Kurdan de divê bi aşitî û bê xwînrijîyê bêne çareser kirin.''

Partiya Însan û Azadiyê di daxuyaniya niviskî de got. Partiya Însan û Azadî bal kişande ser talokeya şerê navxwe yê Kurd û got, di şerekî wiha de Kurd wê têk biçin.

Di daxuyaniyê de hate gotin,’’Hêzên ku bi sedsalan bi inkar û operasyonên îmhayê dixwazin Kurdan ji rûyê dinyayê rakin îro jî her wiha dixwazin Kurdan berê hevûdû bidin. Divê em hişyar bibin û van leyistikên wan pûç bikin. Di vê merhaleyê de tehemula şerên navxweyî tune. Di şerekî wisa de Kurd wê têk herin. Ji ber ve yekê jî kîjan alî mafdar e kîjan alî nemafdar e ne muhîm e. Divê herkes vê rastiyê baş bizanibe. Divê em bizanibin ku hewldaneke wisa wê ji trajedîyên Enfal, Zîlan, Mehabad, Dêrsim û Kobanîyê zêdetir zirarê bide me. ‘’

Partiya Însan û Azadî bi berdewamî got divê pirsgirêk bi rêya diyalogê çareser bibin û wiha got:

‘’Li ku derê dibe bila bibe destkeftîyên Kurdan yên hemû Kurdan in. Parastin û pêşvebirina van destkeftîyan erk û wezîfeyên herkesî ne. Divê em bi vê hişyarî û berpirsîyarîyê tevbigerin. Him li herêmê him jî di qada navnetewî de hewlên ku destkeftîyên Kurdan dixin talukeyê divê em dev ji wan berdin. Divê em bizanibin ku; di civat, sîyaset û tora civakî de jî, kî dibe bila bibe, zimanê partîzanîyê pirsgirêkan çareser nake, ber eks, pirsgirêkan zêdetir dike. Divê hemû hêzên Kurdan bi vê hişmendîyê tevbigerin. Pirsgirêkên di navbera xwe de di çarçoveya rûmetdayînê de û bi dîyalogê çareser bikin. Divê tu hêz, berjewendî û destkeftinên rêxistin û partîyên xwe li ser destkeftinên miletê Kurd negrin.’’

BANG

Di dawiya daxuyaniyê de Partiya Însan û Azadî bang li hemû aliyên Kurd kir û got:

‘’Di vê demê de yekitiya netewî êdî bûye cîhê hebûn  û tunebûnê. Cudahî û nakokiyên di navbera hêzên Kurdan de divê bi aşitî û bê xwînrijîyê bêne çareser kirin. Ji bo ku hemî aliyên Kurd li hev werin divê ev kar li ser milê herkesî be. Bê guman nakokî û şerê di navbera hêzên kurdan de wê bibe sedem ku Kurd sedsaleke din jî ji dest bidin. Mantiq û hincet çi dibin bila bibin, mafê tu kesî tune ku dîrokên tarî û xemgînî dîsa li Kurdan vegerînin. Divê hemî alî, beriya rewşa mewcud li ser pêşeroja Kurdan bifikirin. Eger ji dêvla ku em li pêşeroja xwe bifikirin em bixwazin kêfên yên ku hebûna xwe li ser tunebûna me dibînin xweş bikin, wê demê em ê berî her tiştî zirarê bidin destkeftiyên xwe. Niha hemî derfet digêjin ber destê me, ji bo ku ev tengezarî û hêrsbûn bi rihetî bi dawî bibe divê em rast û li gor rasteqînîyê tevbigerin. Divê alim û zanyarên me, şêx û rûspiyên me,  siyasetmedar û maldarên me, herkes vî barî bigre ser milê xwe. Divê bang li aliyên cuda bên kirin û gavên pêkane bên avêtin. ‘’