Parlementera Iraqê Yûsra Receb duh bi armanca piştevaniya civaka Êzidî bike û daxwazên wan guhdar bike serdana Şengalê kiribû. Şande di vê çarçoveyê de hem li gel MXDŞ, TAJÊ’ê û herî dawî jî li navenda Şengalê li gel navenda Asayîşa Êzidxanê ji aliyê şandeya eşayîrî û nûnerên MXDŞ’ê ve hate pêşwazîkirin.
Çalakiya kon a nobedê piştî peymana Bexda-PDK’ê ya 9’ê Cotmeha 2020’ê hatibû îlankirin û şûnde li pêşiya navenda Asayîşa Êzidxanê bi dirûşma ‘Em hemû Asayîşin’ bêhtirî 100 roj zêdetir e, dom dike.
Li vê derê çalakvanan daxwazên xwe yên rewa û qanûnî yên ji bo xweseriya Şengal û statûya Êzidxanê ji şandeyê re vegotin.