Parêzerên Amedî ji bo Tahîr Elçî li hev civiyan

Parêzrên li Amedê ji bo Tahîr Elçî yê ji aliyê dewletê ve hatibû qetilkirin carek din li hev kom bûn.

Baroya Amedê ji bo aqûbeta kuştina Tahîr Elçî yê di 28’ê mijdara 2018’an de li ber Mînareya Çar Ling a Sûrê hat kuştin di hefteya 95’emîn de çalakiya xwe dewam kir. Wek her hefteya çalakî li ber Edliya Amedê pêk hat û Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Racî Bîlîcî, rêveberên ÎHD û gelek parêzer beşdar bûn. Parêzeran cubeyan li xwe kirin û pankarta “Em te ji bîr nakin” hildan. Di çalakiyê de Sekreterê Giştî yê Baroya Amedê Mahsum Bati axivî û dubare bang li rayedarên hikumetê kir ku dosyeya kuştina Elçî bi bandor bê lêpirsînkirin.

 ‘NAXWAZIN BERPIRSAN DIYAR BIKIN’

Bati bibîr xist ku di ser kuştina Tahîr Elçî de 22 meh derbas bûne û got: “Em hêj li kiryaran digerin. Em ê wek baroyê çalakiya xwe ya her heftê li vir bidomînin.” Bati bertek nîşanî kiryar di dosyeyê de nînin nîşan da û yên dosyeyê birêve dibin bê dil in ku kiryaran derbixin holê. Bati wiha bang li rayedarên hikumetê kir: “Em bang li meqamê lêpirsînê, Wezîrê Karê Hundir, Seokwezîr û hemû rayedaran dikin; we soza ku dê ev dosye bê ronî kirin da. Sozên xwe bi cih bînin. Kiryar, tetikêş û kesên tarî yên destê wan di kuştina Tahîr Elçî de heye derbixin holê û radestî darazê bikin.”

TALEBANÎ HATE BÎRANÎN

Bati di dawiya axaftina xwe de sersaxiyê ji malbat û hezkiriyên Lîderê YNK’ê Celal TalEbanî re xwest û got:“Beriya 3 rojan me endamê sicîla yekemîn ê Baroya Kurdistanê parêzer Celal TalEbanî winda kir. Parêzer û parêzvanekî baş yê mafê mirovan bû. Bila serê gelê kurd û malbata wî sax be.”

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê ya 5 deqîqeyan bi dawî bû.