Ozanê Kurd Ayîbe Mistefa rehmet kir

Ozanê Kurd yek ji dengbêjên dawî yê Siwêregê Ayîbe Mistefa (Eyub Sabrî Kuçukbayarak) li Enqerê rehmet kir.

Ozanê Kurd yek ji dengbêjên dawî yê Siwêregê Ayîbe Mistefa (Eyub Sabrî Kuçukbayarak) li Nexweşxaneya Lêkolîn û Nexweşiyên Sing û Sanstoryûm a Keçioren a Enqerê rehmet kir. Denbêjê Ayîbe Mistefa ê bi berhema ‘Ay delal ay’ hate nasîn heman demê dengbêjê herî dawî yê Swêregê ye.

Keça Mistefa Devran Oncu ya li Swêregê dijî, ragihand ku bavê wê rehmet kiriye. Oncu anî ziman ku bavê wê ji ber nexweşiya dil 3 sal in tê dermankirin, îro rehmet kir, cenazeyê wî wê sibe saet 09:00’an li Goristana Siwêrek Asli bê definkirin.

Oncu diyar kir ku bavê wê li Siwêregê ji aliyê her kesê ve dihate naskirin û welatparêz bû. Oncu diyar kir ku apê wê Unal Kuçukbayrak dema 22’yê Mijdara 1986’an ji bo Konfransa 3’an a TKP/ML’ê amadekarî dikir li gel 8 hevalên xwe li Pilemûr a Dersimê di şer de jiyana xwe ji dest da. Oncu got: “Em ê bavê min li gel apê min defin bikin. Her du jî kesên pir bi nirx bûn. Malbatên bi hev re şer dikir, tim li hev dianîn.”