Operasyona paqijkirina Tebqayê: 32 çete hatin kuştin

Ji duh êvarê û vir ve li 3 taxên li dora Tebqayê şerekî dijwar diqewime. Di vî şerî de 32 çete hatin kuştin.

Duh êvarê saet di 18:00 de, li taxên Hey Ewwel û Hey Salis, bi şev jî li taxa Tanî, ku li derveyî navenda bajêr in, şerekî giran di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de dest pê kir. Şerê li vê herêmê hê jî dewam dike.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, ji şevê din heta vê kêliyê, di şer de 32 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin. Di şer de 3 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) jî birîndar bû.

Şervanên QSD'ê her wiha dest danîn ser demanceyeke Ûzî, 6 bombeavêj, sindoqek fîşekên Doçka 37 mm û sindoqek serikên fuzeyan.

Şerê li vê herêmê bi tundî dewam dike.

Şervanên QSD'ê, ji ber hesasiyeta ewlekariya sivîlan bi baldarî tevdigerin û kolan bi kolan, mal bi mal kontrol dikin û bi vî rengî bi pêş ve diçin.

Wekî din, ji şevê din ve balafirên Koalîsyona Navneteweyî  8 caran li cihên çeteyan ên li vê herêmê dan.