NPG’ê Fermandariya Eyaleta Avaşînê pîroz kir

Navenda Parasina Gel (NPG) ji ber çalakiya di 23’ê Nîsanê de li Geverê hatiye lidarxistin, Fermandariya Eyaleta Avaşînê pîroz kir.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel di daxuyaniyê de ev tişt diyar kir:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, di 23’ê Nîsanê de li dijî hêzên dijmin ên li Girê Şehîd Derman a Gevere Colemêgê çalakiyeke serkeftî hatiye lidarxistin. Di vê çalakiyê de hêzên we wekî birûskê ketine nav çeper û kozikên dijmin û dijmin şaş bûye. Hêzên we bi tarzeke serkeftî çûye ser dijmin, çekên li ser dijmin rakiriye , bi sax û selametî vegeriyaye baregehên xwe. Dijmin jî ji ber vê derba xedar dev ji kozik û çeperên xwe berdaye û reviyaye.

Em hemû fermandar û şervanên di vê çalakiya serkeftî de ya li ser xeta modern a gerîlatîya serdema nû  pîroz dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin.

Li ser vî esasî em careke din hêzên we û hemû hêzên li eyaletê silav dikin û serkeftinê ji we re dixwazin.”