Nobetên Edaletê didome

Li Amed û Wanê nobeta edaletê ya ku xizmên girtiyan dabûn destpêkirin, didome. Malbat dixwazin girtiyên nexweş û girtiyên ku divê werin berdan, roj berî rojekê werin berdan.

AMED

Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan li Baroya Amedê da destpêkirin di roja 67'an de berdewam dike. Rexmî hewaya sar jî malbat li avahiya Baroya Amedê hatin gel hev û nobeta xwe li dar xistin. Xizma 2 girtiyan a bi navê Avşîn Ûyanik hat serdana malbatan û diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ji nêz ve dişopînin û xwedî li çalakiya malbatan dertên û daxwazên malbatan daxwazên wan in. 

Xizma girtî Reşahat Ada ku nobeta xwe didomîne jî diyar kir ku 67 roj in li benda edaletê ne û ev tişt got: "Li Tirkiyeyê edalet tune ye. Zarokên me li nexweşxaneyan nayên tedawîkirin. Em zext û zilma li ser zarokên xwe qebûl nakin. Bila zilm bi dawî bibe." 

Xizmeke din a girtiyan Hazal Yildirim jî got ku bêyî dereng bikeve divê daxwazên dayikan bên qebûlkirin û mafê wan tune ye vî tiştî li dayikan bikin.

Xizma girtî Nûray Abay jî bang li rayedaran kir û ev tişt got: "Bi kîjan mafî van tiştan tînin serê girtiyên nexweş? Çavê me li rêya girtiyên nexweş e. Em dixwazin aştî pêk bê. Kesên ku xizmê wan li girtîgehan tune ne jî divê piştgirî bidin me. Bila bên mil bidine me em bi hev re têbikoşin."

WAN

Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan a li Baroya Wanê jî ket roja 42'yemîn. Rêveberên Rêxistina HDP'ê ya Artemêtanê çû serdana malbatan. Hevserokê HDP'a Artemêtanê Şemsettîn Tamûr, bang kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bibe û got ku ew piştgiriya malbatan dikin.

Piştre xizma girtî Aslihan Tîmûr jî axivî û got ku wê li dijî hemû polîtîkayên zextê jî nobeta xwe bidomînin.