Nobeda ‘edaletê’ ya malbata Şenyaşar di roja 33’an de ye

Malbata Şenyaşar a hevjîn û 2 kurê wê hate qetilkirin li pêşiya avahiya Edaleta Rihayê di çalakiya nobeda ‘edaletê’ de ye, banga ‘Werin bi hev re edaletê pêk bînin.’

Çalakiya nobedê a ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar ê hevjînê wê û du kurê wê ji aliyê parêzvan û xizmên Parlementerê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin ku 9’ê Adarê li pêşiya avahiya Edliyeya Rihayê hatibû destpêkirin, di roja 33’an de dewam dike.

Emîn Şenyaşar ji bo darezandina qatil û kurê wê Fatil Şenyaşar bê azadkirin, îro jî serê sibehê hate pêşiya avahiya edliyeyê, nobeda xwe domand.

Dayika Emîn Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ên li baxçeyê edliyeyê rûniştin, çalakiya xwe ya nobedê di roja 33'an de didomîne.