Neferê dilsoziyê: Şoreş Tetwan

Ewladên leheng ên gelê Kurd mîna lehiyek ji tirsê bi ser dijmin ve herikîn. Yek ji wan jî gerîla Şoreş Tetwan bû. Şoreş ku neferekî tevgera azadiyê bû, bi lehengî li ber xwe da û tevlî karwanê şehîdan bû.

Dilê mirovan hebe dilê çiyê jî heye. Mirovên ku xwe lê girtibin timî di dilê xwe de dihêle. Li gel zor û zehmetiyên mezin jî yên ji bo wî şer kirine ji bîr nake. Ma dayikek dikare zarokên xwe ji bîr bike, dikare wan biterikîne? Ewladên wê yên leheng jî ew ji bîr nekirin, di ber de heta dilopa dawî ya xwîna xwe şer kirin. Piştre jî yek bi yek bûn şitlek û di dilê xakê de şîn bûn.

Bi hezaran bedenên ciwan, bi hezaran hêvî li vê xakê şîn bû. Ewladên leheng ên gelê Kurd mîna lehiyeke tirsê bi ser dijmin ve herikîn. Ser dan, sir nedan. Yek ji wan jî gerîşa Şoreş Tetwan (Adem Çelebî) bû. Şoreş weke neferekî tevgera azadiyê ya Kurdistanê bi lehengî jiya. Di êrişeke nemerdane de li gel du hevrêyên xwe tevlî karwanê şehîdan bû.

Gelek lehengan navê xwe li Kurdistanê neqişandine. Me jî dan dû çîroka van lehengan. Di sohbetekê de ya li civateke gerîla, hevalekî têkoşînê yê ku şehîd Şoreş nas dikir, qala wî kir.

Destpêkê wiha got, "Em ji Rêberê xwe û ji şehîdên xwe hîn bûn ku netirsin. Lewma dijmin çiqasî zêde û mezin jî be, nikare me bitirsîne. Lê em dibin tirs û dikevin dilê dijmin" û qala têkoşîna Şoreş kir.

Hevrêyê wî anî ziman ku Şehîd Şoreş tevî ku ciwan bû mîsyona pêşengiyê têgihiştî û wiha dewam kir, "Coş û kelecana wî ya ji bo jiyanê mîna lehiyekê berê wî da dilê Kurdistanê, çiyê. Mirov tundî û nermiya cografya Garzanê di kesayetiya wî de didît. Hevalekî welê bû ku dilsozê Rêbertî û şehîdan bû û di vê oxirê de têdikoşiya."

Hevrêyê wî qala bîranîneke xwe ya bi Şehîd Şoreş re kir: "Weke komeke biçûk em ê ji herêma Garzanê biçûna herêmeke cuda. Hevalê Şoreş kûryeyê me bû û li herî pêş dimeşiya. Dema ku di şevê de em dimeşiyan gelekî baldar bû, detayeke biçûk jî jinedîtî ve nedihat û bi wî rengî em dimeşiyan. Hevalekî ku nû tevlî komê bû di meşê de zehmetî dikişand û hîn rêya me hebû. Dema ku hevalê ciwan nîşan da ku betiliye, hevalê Şoreş jê re got, 'heval hinekî din îdare bike, piştî vî girî em ê bigihêjin cihê xwe'. Wî rahişt çenteyê wî hevalî.

Ew bi xwe jî nû bû, hîn hevalekî çend salan bû ku tevlî bûbû. Lê belê fêhm kiribû ku hevalekî xwe neêşîne û îqna bike. Ev yek nîşaneyeke gerîla bû, ji ber ku PKK'îbûyîn tê wateya fêhmkirina mirovan. Yê mirovan fêhm neke nikare sedema hebûna xwe jî fêhm bike. Bi vî rengî em bi moral gihîştin cihê xwe."

Şoreş bi vî rengî li nava refên gerîla mezin dibe û bi pêş dikeve. Di her gavê de bi ser dijmin ve diçe. Di her çalakiyê de dixwaze tevlî koma êrişê bibe. Wêrek e, fedakar e. Tovên îradeyeke xurt di dilê xwe de şîn dike. Herî dawî 31'ê Gulana 2020'î tevî du hevrêyên xwe di şerê dijî leşkerên Tirk ên dagirker re de heta fîşeka xwe ya dawî şer kir û tevlî karwanê şehîdan bû. Şoreş mîna navê xwe ala şoreşê hem bi jiyana xwe hem jî bi şehadeta xwe radestî şopdarên xwe kir.