Navê kujerekî Qirkirina Zîlanê li kolaneke navçeya Erdîşê kirin

Qeymeqamê Erdîşê û qeyûm Nûrî Mehmetbeyoglû navê yek ji kujerên Qirkirina Zîlanê Suleyman Erdînç li kolaneke li navenda Erdîşê kir.

Nivîskarê ji Erdîşê Îkram Îşler got, "Dewlet li şûna ku ji ber komkujiyê lêborînê ji neteweya Kurd bixwaze, navê yek ji kujerên wê demê li kolanekê kir. Ev yek nîşan dide ku pêvajoya Zîlanê hîn dewam dike û pesnê kujeran tê dayin."

Qeymeqamê li Erdîşê Nûrî Mehmetbeyoglû ku ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP'ê ve weke qeyûm li ser Şaredariya Erdîşê ya HDP'î hate danîn, navê yek ji kujerên milîs ê xwecihî Suleyman Erdînç ku di Qirkirina Zîlanê ya 1930'î de cih girt, li kolana herî qelebalix a navçeya Erdîşê kir.

Dewleta Tirk sala 1930'î li Geliyê Zîlanê û derdora wê komkujî kir û zêdeyî 50 hezar mirov qetil kir. Wê demê milîsên alîgirê dewletê yên li Erdîşê di komkujiyê de bi roleke sereke rabûn. Ji van milîsan ên sereke jî Îdrîs û Suleyman Erdînç bûn ku birayê hev bûn. Ji ber rola ku di komkujiyê de lîstin, mal û zeviyên mirovên li Erdîşê hatin qetilkirin, ji derdora Îdrîs û Suleyman Erdînç re hatin dayin. Her wiha Serokatiya Şaredariya Erdîşê jî wê demê ji vê malbatê re hate dayin.

PÊVAJOYA KOMKUJIYA ZÎLANÊ DEWAM DIKE

Nivîskar û civaknasê ji Erdîşê Îkram Îşler diyar kir ku lêkirina navê yek ji kujerên Zîlanê Suleyman Erdînç li kolaneke li Erdîşê, tê wê wateyê ku dewlet xwedî li kujerên Kurdan derdikeve. Îşler destnîşan kir ku dewlet divê ji ber komkujiyên ku wê demê kir ji neteweya Kurd lêborînê bixwaze û got, "Dewletê navê yek ji kujerên wê demê li kolanekê kir ku ev yek tê wateya; pêvajoya Zîlanê hîn jî dewam dike û dewlet hîn jî pesnê kujerên xwe dide."

Îşler bi bîr xist ku li gorî çavkaniyên fermî li Geliyê Zîlanê di sala 1930'î de zêdeyî 15 hezar kes hatin qetilkirin û got, "Dewleta ku nekarî raperîna li Agiriyê bitepisîne, bi rêya vê komkujiyê xwest çavê xelkê wê derê bitirsîne û dersekê bide. Ev komkujî bi destê artêşeke ji 300 kujeran ve hate kirin. Komkujî bi leşkerên li Erdîşê nehate kirin, komkujî bi komeke ji mirovên pirsgirêkên xwe yên derûnî hene hate kirin ku ji aliyê efserê ji Erzîncanê hate anîn ji aliyê Ahmed Dervîş ve hate kirin. Ahmet Dervîş bi komkujiyên di serhildana Konyayê de xwe ispat kiribû. Dihate zanîn bê kujerekî çawa çavsor e. Bi taybet hate wezîfedarkirin û ew şandin Zîlanê. Piştî ku ew hat, komkujiyên ku dixwest bike tevî wezîfedaran li cih plan kir. Şaredarê wê demê Îdrîs û birayê wî Suleyman Erdînç di nava koma plansaziyê de bûn. Plana wê yekê dikir ku derseke çawa li Geliyê Zîlanê bidin Kurdan ji bo her tim bê bîranîn. Ew plan bû sedema encamên heyî yên di dilê me de ne. Milîsên ji Erdîşê ku di planê de tevî kujer Ahmet Dervîş tevdigeriyan, piştre ji aliyê dewletê ve hatin xelatkirin û Rojnameya Cûmhûriyetê jî li ser wan nûçeyek çêkir û pesnê wan da."

TÊ WATEYA 'EM Ê HÎN JÎ WE BIKUJIN'

Îşler diyar kir ku dewleta Tirk van kesan hîn jî weke qehreman ji xwe re dibîne û destnîşan kir ku ji aliyê gelê Kurd jî ev kes weke xayinên miletê xwe, weke kujeran têne naskirin. Îşler got, "Li şûna ku Suleyman Erdînç mîna xayinên din hemûyan li nava dîrokê bêne windakirin, lêkirina navê wî li kolanekê û bi vî rengî birûmetkirina wî, di dilê gelê me de bû birînek. Em ji vê yekê fêhm dikin ku dewletê ev pêvajo ji bîr nekiriye, berevajî; dixwaze van komkujiyan dewam bike. Di vir de wate û helwesteke din jî ew e ku dewlet û milet hîn jî bi heman zimanî neaxivin. Cihê metirsiyê ye ku tê dîtin, di nava 93 salan de tiştek neguheriye. Nayê zanîn ku ev yek helwesteke bi zanebûn e yan jî bi nezantî hatiye kirin. Eger helwesteke bi zanebûn be hingî rewşeke gelekî nebaş e. Ev helwest û peyama ku di maça futbolê ya Bûrsaspor-Amedsporê de bi nîşandana wêneyê kujer 'Yeşîl' û Toros a Spî hate dayin, têne heman wateyê. Dixwaze bibêje 'em ê hîn jî we bikujin'."