Nasnameya gerîlayekî şehîd hate eşkerekirin

HPG’ê diyar kir gerîlayê wan ê bi navê Mazlûm Dêrşewî di 9’ê Sibatê de şehîd bûye û got “Artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe bênavber didomîne û ev jî diyar dike ku biryara mirovî ya Tevgera me çawa îstîsmar dikin.”

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wisa ye:

“Ligel ku hêzên me di rewşa parastinê de ne, êrîşên artêşa Tirk a dagirker didome. Herêmên ku hêzên me lê ne, 2 caran bi bombeyên qedexekirî, 54 caran jî bi tank, obus û çekên giran hatine bombekirin.

Agahiyên li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker wisa ne;

Di daxuyaniya me ya 11ê Sibatê de; me diyar kiribû ku, di 9’ê Sibatê de hevrêyê me Mazlûm di encama êrîşên bi çekên giran ên li dijî çeperên me yên berxwedanê yên li nêzî gundê Sîda yê navçeya Şêladize ya Amediyê de şehîd bûye. Ligel ku ji bo pêçandina birînên erdhejê were pêçandin tevgera me biryar stendibû ku wê di rewşa parastinê de bin lê êrîşên artêşa Tirk a dagirker didome. Di encama êrîşên artêşa Tirk ên li ser çeper û tunelên me yên li Sîdayê de hevrêyê me Mazlûm Derşewî şehîd bû. Şehadeta hevrêyê me Mazlûm û êrîşên dawîn ên artêşa Tirk a dagirker nîşan dide ku rejîma AKP û MHP’ê çawa biryara mirovî ya Tevgera ma îstîsmar dike û polîtîkiya wan a faşîzan a ku dijminatiya Kurdan dike, çawa çavê wan kor kiriye. Di vê pêvajoyê de gel muxtacî pariyek nan e, derfetên gelên Tirkiyeyê ji bo şer seferber dikin.

Em ji malbata hêja ya welatparêz a hevrêyê me Mazlûm Derşewî yê ku di êrîşa dijmin de şehîd bûye û ji hemû gelê Botan û Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku em ê bigihêjin armancên hevrêyê xwe Mazlûm û li welatekî ku biratiya gelan bi azadî pêk tê em ê bîranîna wî zindî bihêlin.

Agahiyên hevalê me Mazlûm Dêrşewî wisa ye:

  Nasnav: Mazlûm Dêrşewî

  Nav û paşnav: Osman Uzen

 Cihê jidayikbûnê: Şirnex  

  Navê dê û bav: Sultan – Alî

 Dîrok û cihê şehadetê: 9’ê Sibata 2023’an / Zap

 

Cizîra Botan a ku yek ji navendên berxwedanê ya Kurdistan û Botanê yek, çawa ku bi sedan salan ji bo zindîhiştina çand û hebûna Kurdan li dijî hêzên dagirker li ber xwe dabe, bi pêşengiya partiya me PKK’ê xwedî li Têkoşîna Azadiya Kurdistanê jî derketiye, bi sedan zarokên xwe yên bi wêrek şandiye refên berxwedanê û xwedî li rolê xwe yê dîrokî derketiye. Di demên ku li ser navê Kurd û Kurdistanê hemû hêvî xilas bûyîn û bêdengiyek mirî heyî de, bi pêşengiya Rêber Apo û avabûna PKK’ê ku ji bo gelê me navê hêviyê ye, xelkê me yê Cizîrê berê xwe daye refên berxwedanê. Cizîra Botan ku bi îlhama azadiyê ya ji partiya me girtî, li dijî dewleta Tirk a dagirker rabû serhildanê, xeta xwe ya berxwedanê tevî êşkence, girtin û komkujiyên dijmin roj bi roj bilind kiriye. Hevrêyê me Mazlûm di navendek wisan a berxwedanê û di nava malbatek a girêdayî eşîreta Dêrşewî ya welatparêz de, ji dayik bû û bi awayek xwezayî ji zarokatiya xwe ve partiya me PKK nas kiriye. Hevrêyê me Mazlûm di dema ciwantiya xwe cihê xwe yê di nava refên têkoşînê de girt, destpêkê tevlî xebatên ciwanan bû, di nava serhildanên li dijî dijmin de cih girt û hewl daye weke ciwanek Kurd erkê xwe bi cih bîne. Di dema van hewldanan de carekê ji aliyê dijmin ve hatiye destgîrkirin, lê dîsa jî dest ji têkoşîna xwe bernedaye. Berovajî, hêrsa wî ya li hemberî dijmin zêdetir bûye û ketiye nava lêgerînên mezinkirina têkoşîna xwe. Tevlîbûnên ji xizmên wî yên nêz a nava refên gerîla, êrîşkirina dewleta Tirk a piştgiriya DAÎŞ’ê ya li ser Kobanê û şehadetên li wir çêbûn, hevrêyê me Mazlûm pir bandor kir. Hevrêyê me Mazlûm li ser vê yekê xeta xwe ya li ser têkoşînê diyar kir û biryar da ku tevlî nav refên gerîla bibe. Hevrêyê me sala 2014’an ji bo tevlî refên gerîla bibe, berê xwe da çiyayên Kurdistanê û gavên xwe yên destpêkê avêtiye jiyanek nû û azad.

Hevrêyê me Mazlûm hesabpirsîna komkujiyên li Kobanê li dijî gelê me hatî kirin, kiribû armanca xwe ya sereke û lewma hewl daye ku perwerdeyên ku dibîne bi baldar û cidiyetek mezin fêm bike. Hevrêyê me ku di vê yekê de bi serkeftî bû, bi heman awayî nêzî jiyanê jî bû û ji tecrubeyên hevrêyên xwe sûd wergirt. Lê pêşketina xwe ti carî sînordar nekir, bê navber hewl dida ku tiştên nû fêr bibe. Bi taybetî xwestiye ku di hunera leşkerî û taktîkên gerîla de xwe kûr bike. Ji bo ku bi zimanê ku dijmin fêm bike bibe bersiv, eleqedariyek mezin nîşanî leşkeriyê daye û bê navber xwe di vê qadê de pêş xistiye. Hevrêyê me Mazlûm ji bo ku pêdiviyên gerîlatiya dema nû fêm bike û bixe pratîkê û bibe gerîlayek profesyonel, pêşniyara perwerdeyê kiriye û li ser vî esasî di branşa çekên otomatîk di şerê gerîla de pir bi kêr e, perwerde dîtiye. Hevrêyê me Mazlûm di vê pêvajoya perwerdeyê de qasî ku xwe di qada leşkerî de pêş xist, derfet dît ku xwe di aliyê îdeolojîk de jî pêş bixe, ji bo ku pêdiviyên pêvajoya dîrokî ya ku em tê de derbas dibin, bîne cih pêşniyar kiriye ku biçe qada Zapê ku şer bi awayek dijwar lê diqewime. Hevrêyê me di wê zanebûnê de bû ku encex bi vî awayî dikare ji xeyal û xwesteka gelê me ya azadiyê re bibe bersiv. Sala 2019’an derbasî qada Zapê bû û di gelek çalakiyên li dijî dijmin hatin kirin de cihê xwe girt û erkên xwe bi awayek serkeftî bi cih aniye. Di êrîşên dijmin ên ku ji sala 2021’an ve li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dayî destpêkirin de, bûye yek ji hevrêyên me yên ku li pêş bûye bersiv. Ji her hevrêyek xwe yê gihiştî asta şehadetê pir bi bandor bûye û ji bo tacîdarkirina têkoşîna şehîdên me bi serkeftinê, bi awayek zêde tevlî xebatên pratîkê bûye. Hevrêyê me Mazlûm dizanî ku encam bi geşkirina têkoşînê dikare bibe layiqê hevrêyên xwe yên şehîd, li ser vî esasî gelek hewldan kirine û gihiştiye tarzek fedayî.

Hevrêyê me Mazlûm roja 9’ê Sibata 2023’an di êrîşek dijmin de şehîd bûye û bûye yek ji nûnerên herî dawî yê çanda berxwedanê ya kevnar a Botanê. Bi kenê xwe yê germ ê ku ti carî ji rûyê xwe kêm nekiriye dilê hevrêyên xwe germ kiriye û ji hemû hevrêyên xwe re bûye çavkaniya hêz û moralê. Em jî weke hevrêyên wî, di şexsê hevrêyê xwe Mazlûm de, soza xwe dubare dikin heta ku em xeyala hemû şehîdên xwe ya azadiya Kurdistanê, em ê têkoşîna xwe bidomînin û şer bikin.

ÊRÎŞÊN DAGIRKER BÊNAVBER DIDOME

Li herêma Zapê;

Di 17’ê Sibatê saet 12.00 û 12.30’an de dema ku li nêzî gundê Sîda yê girêdayî navçeya Şêladizê ya navçeya Amêdiyê dagirkeran êrîşî çeperên hêzên me kirin, hêzên me jî bi çekên giran xwe parastiye.

Di 17’ê Sibatê saet 10:30’an de çeperên me yên berxwedanê yên li herêma Çemço ya girêdayî navçeya Şêladizê ya Amêdiyê hate bombekirin. Hêzên me ji bo xwe ji bombebaranê biparêzin bi sûîkastê li dagirkeran dane û dagirkerek hate cezakirin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî kiriye

Di 17’ê Sibatê de çeperên me yên berxwedanê yên li herêma Çemço ya girêdayî navçeya Şêladize ya Amediyê û yên nêzî gundê Sîda du caran bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

Di 17’ê Sibatê de çeperên me yên berxwedanê yên nêzî herêma Çemço û gundê Sîda ya girêdayî navçeya Şêladizê ya Amêdiyê 54 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”