BI DÎMEN

Nasnameya gerîlayê şehîd hate eşkerekirin

HPG’ê nasnameya gerîlayê di kemîna hêzên Îranê de şehîd bû eşkere kir û got: “Hevrêyê me Dijwar bi îdeolojiya xwe, hevrêtiya xurt, baweriya xwe ya ji serketinê re û tecrubeya xwe ya di hunera şerê gerîla de, bû mîlîtanekî Apoyî yê mînak.”

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Hevrêyê me Dijwar Elbak dema 26’ê Kanûna 2023’yan li herêma Kotolê di nava tevgerê de bû, ket kemîna hêzên Îranê û şehîd bû.

Ji fermandarên me yên hêja Mahir, Serbest, Botan, Nûda û Celal ku li Elbakê mezin bûn, tevlî nava refên gerîla bûn û her yek ji wan bûn efsaneyek. Ev fermandarên me yên hêja bûn sembola pêşengiyê ya gelê me. Rêya azadiyê ya ku ji aliyê fermandarên me yên egîd ve hatiye vekirin, veguherî kevneşopiyeke navdar. Hevrêyê me Dijwar Elbak vê kevneşopiya navdar mînak girt û ji herêma Elbakê tevlî nava refên gerîla bû; bi jiyan, sekin û şerê xwe bû mîlîtanekî Apoyî. Hevrêyê me Dijwar siyaseta qirkirin û qetlîamê ya ku dijmin li hemberî gelê me rewa dibîne, kir sedemê têkoşînê û her kêliya xwe bi mezinkirina têkoşînê derbas kir. Di vî warî de bû xwediyê jiyan û têkoşîneke bi berhem. Hevrêyê me Dijwar li gelek herêmên welatê me Kurdistanê têkoşîn meşand û di her xebata ku têde cih girtî bû neferekî xeta berxwedanê ya Apoyî. Ji xeynî tecrubeya xwe ya bîrdozî bi hevrêtî, baweriya xwe ya kûr û pisporiya xwe ya di hunera şerê gerîla de bû mîlîtanekî Apoyî yê mînak.

Di serî de malbata wî ya hêja ku mîlîtanekî hêja yê Apoyî yê mîna Dijwar Elbak mezin kir û diyarî têkoşîna azadiyê ya gelê me kir, em ji hemû gelê Elbak ê welatparêz û gelê Kurdistanê re sersaxî dixwazin.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyê me Dijwar Elbak bi vî rengî ye:

Nasnav: Dijwar Elbak

Nav û Paşnav: Ergîn Demîr

Cihê Jidayikbûnê: Wan

Navê Dayik – Bav: Şefîka – Enwer

Cih û Dîroka Şehadetê: 26’ê Kanûna 2023’yan

Hevrêyê me Dijwar li navçeya Elbak a Wanê di nava malbateke welatparêz û ji eşîra Xanoyî de hate dinê. Hevrêyê me ji temenê biçûkahiyê û vir ve ji malbata xwe fêrî exlaq û çanda Kurdî bû. Di jiyana xwe hemûyê de vê çand û exlaqê ku ji malbata xwe wergirtî, ji xwe re kir rehber. Lewma hîna di temenekî zû de ji aliyê malbat û derdora xwe ve hate hezkirin. Hevrêyê me li dibistanên dewleta Tirk zêde nexwend û ji temenê zarokatiyê û vir ve ji bo tevlêkariyê li debara malbata xwe bike, dest bi xebatê kir. Lewma hîna di temenê zarokatiyê de rastiya jiyanê nas kir. Hevrêyê me Dijwar her bûyera ku bûyî şahid û jiyan kirî ji xwe re kir tecrube û di temenekî ciwan de berpirsyariyên mezin girtin ser xwe. Hevrêyê me bi taybetî di karekî mîna qeçaxçitiyê ya bi xeter de bû pispor û di demekî nêz de bi taybetmendiyên ku ji vî karî wergirtî ew ê weke gerîlayekî pispor têbikoşe. Ji ber ku derdora ku lê dijî cihekî ku gerîla lê bi bandor bû, hevrêyê me derfet dît ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê nas bike. Ji şêwazê jiyana gerîla û têkoşîna ku ji bo gelê me dimeşîne, bandor bû. Hevrêyê me Dijwar ji destpêka demê ciwantiyê ve şahidî ji esareta Rêbertiya me re kir û bi taybetî ji vê yekê pir bi bandor bû ku gelê me li her çar aliyên Kurdistanê û cîhanê bi fedayiyane xwedî li Rêbertiya me derdikeve. Lewma hîna di wan rojan de bû dilsozê Rêbertî. Hevrêyê me Dijwar piştî vê pêvajoyê û şûnde rastiya dijmin hîn baştir fêm kir û li hemberî polîtîkayên qirkirinê yên dijmin hîn bi hestiyartir bû. Hevrêyê me Dijwar neçar ma ku leşkertiya dewleta Tirk bike, di pêvajoya li leşkeriyê de bû şahidê jiyana ku dijmin ji gelê Kurd re rewa dibîne. Hevrêyê me li vir bû şahidê hewldana dewleta Tirk a ji bo gelê Kurd di statuya koletiyê de bihêle. Bi vî rengî nakokiyên wî zêde bûn û li hemberî dewleta Tirk bû xwedî hêrseke mezin. Piştî leşkeriyê hevrêyê me Dijwar li hemberî jiyana heyî ya di nava sîstemê de ket nava nakokiyan. Hevrêyê me fikirî ku jiyana bê jiyîn divê bi rûmet be û fêm dike ku ev yek jî encex li welatekî azad pêkan e. Hevrêyê me Dijwar di vî warî de dest bi lêgerînan kir û bi taybetî di sala 2008’an de li hemberî êrîşa dijmin a li Wanê ya li ser dayikên Kurd, hêrsa xwe hîn zêdetir kir. Hevrêyê me Dijwar soz da ku wê teqez hesabê zilma dijmin a li hemberî jinên Kurd, bê pirsîn. Dizanî ku ev yek jî bi tevlîbûna nava refên gerîla pêkan e. Dema ku piştre li cihekî nêzî gundê lê dijî, 6 gerîlayên azadiyê di encama komployekî de şehîd dibin û di sala 2011’an de dema li Botanê komeke hevrêyên me di êrîşên bi çekên kîmyewî de şehîd dibin, ev yek ji bo hevrêyê me Dijwar bû hinceta tolhildan û tevlîbûna nava refên gerîla. Li ser vî bingehî di sala 2011’an de hevrêyê me Dijwar berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me ji herêma Qendîlê tevlî nava refên gerîla bû û perwerdeya xwe ya destpêkê jî li vir dît. Hevrêyê me Dijwar bi perwerdeyên ku dîtî weke destpêk fêrî jiyana çiya û gerîla bû. Xwe perwerdekirin ji xwe re kir hêmanek û timî di nava pêşketinekê de bû. Hevrêyê me hingî ku xwe pêş xist, dilsoziya xwe ya li hemberî Rêbertî û Tevgera me jî hîn bêhtir pêş xist. Xwe di warê leşkerî de jî pêş xist û bû gerîlayekî azadiyê yê pispor. Hevrêyê me Dijwar bi perwerdeyên wergirtî ket ferqa polîtîkayên dijmin ên li hemberî gelê me û her kêliya xwe bi xwe perwerdekirinê derbas kir. Hevrêyê me di ferqê de bû ku encex bi vî rengî dikare bersiva herî bi wate bide dijmin, perwerdeyên ku wergirtî bi rengekî serketî ragihand jiyanê û bû mîlîtanekî Apoyî yê mînak. Ji demê tevlî nava refên gerîla bûyî heta sala 2015’an, hevrêyê me Dijwar li herêma Qendîlê xebat meşand. Bi cidiyetek mezin nêzî her xebatê bû û serketina teqez kir hedef. Hevrêyê me bêyî bêje biçûk, mezin nêzî her xebatê dibû û bi taybetmendiyên xwe yên kedkar û fedekar rêzdariya hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Hevrêyê me Dijwar di xebatên ku têde cih girtî de xwediyê wê derfetê bû ku hîn zêdetir gelê me bibîne. Bi saya terbiyeya ku ji malbata xwe wergirtî û exlaqê xwe yê Apoyî, ji aliyê gelê me ve jî hate hezkirin û rêz jê re hate nîşandan.

Hevrêyê me Dijwar ji bo ku li dijî êrîşên dijmin ên ku di sala 2015'an de dijwar bû têkoşîneke hê aktîftir bimeşîne, xwest di aliyê îdeolojîk de xwe pêş bixe û li ser vî esasî tevlî perwerdehiya Dibistana Navendî ya Partiyê ya Mazlûm Dogan bû. Hevrêyê me li vir derfet dît ku li ser kêmasî û nebesiyên di pratîkê de rû dane lêhûrbe û ji bo tevlîbûnek aktiftir lêhûrbûnên kûr jiya. Hevrêyê me Dijwar ê ku lêhûrbûneke xurt jiya, bi îdîa û biryardariyek mezin derbasî herêma Metînayê bû, li dijî êrîşên dijmin ên li vir bi pêş ketin di gelek çalakiyan de cih girt û erkên xwe yên serdemê bi layîqî pêk anî. Hevrêyê me yê ku di vê pêvajoyê de gelek pirsgirêkên tenduristiyê yên cuda jiya jî, tawîz ji têkoşîna xwe neda û bi îradeya xwe ya bi hêz bû yek ji mînakên herî baş ên mîlîtaniya Apoyî. Hevrêyê me Dijwar ê ku dixwest di taktîk û şêwaza gerîlatiyê ya serdema nû de pispor bibe û li dijî êrîşên qirkirinê yên dijmin ên li ser gelê me şer bike û azadiya gelê me misoger bike, bi vê armancê beşdarî perwerdehiya li Akademiya Leşkerî ya Mahsûm Korkmaz bû. Di pêvajoya perwerdehiyê de ji bo ku taktîka gerîla ya serdema nû û gerîlatiya Modernîteya Demokratîk bi hemû pîvanên wê baştir fêm bike, kedek mezin da. Hevrêyê me Dijwar ê ku bi nîqaşên xwe hevrêyên xwe jî pêş xist, di her kêliya jiyanê de her tim di pozîsyoneke pêşeng de bû. Di heman demê de bi hevrêtiya xwe ya xurt, paqijî û bi tevlîbûna xwe ya dirust bû mîlîtanekî Apoyî ku hemû hevrêyên wî, ew mînak bigirin. Hevrêyê me yê ku xwedî qabiliyetek hunerê bû, ji ber vê taybetmendiyê jî li hemû hawira ku lê ma ji bo hevrêyên xwe bû çavkaniya moralê. Hevrêyê me Dijwar bû yek ji mînaka mîlîtaniya bêhesab û bêteredût tevlîbûnê.

Hevrêyê me yê ku di pêvajoya perwerdehiyê de, bi asta lêhûrbûna ku bi dest xistiye xwe ji erkên herî dijwar re amade kiriye, bi beşdarbûna di nava gelek xebatên girîng de erk û berpirsyariyên serdema dîrokî ya ku em tê re derbas dibin bi cih anî. Hevrêyê me Dijwar ê ku di her qadê û xebatê de serkeftinê esas digire; bi tempoya xwe ya bilind, tevlîbûna xwe ya bi coş û kesayetiya xwe ya kedkar, karî erkên herî zehmet jî bi serkeftî pêk bîne. Ji ber vê taybetmendiyê jî hevrêyê me Dijwar hurmeta her hevrêyekî ku pê re jiya û xebat meşand bi dest xist û her tim bûye mîlîtanekî Apoyî yê lê tê gerîn. Hevrêyê me Dijwar ê ku di 26'ê Kanûna 2023'yan de dema li herêma Kotolê di tevgerê de bû ket kemîneke hêzên Îranê û li vir gihişte şehadetê. Weke hevrêyên wî em soz didin ku em ê têkoşîna azadiyê ya gelê xwe ku hevrêyê me Dijwar dewrî me kir, bi hişmendiya ku di şexsê wî de layiqî hemû şehîdên xwe bin, em ê bigihînin serkeftinê.”