Nasnameya 5 şervanan hate eşkerekirin
YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 5 şervanên xwe yên ku di berxwedana 20-24’ê Kanûnê de li gundê Cabir û Teraqa cih girtin û ji dest dabûn eşkere kirin.
YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 5 şervanên xwe yên ku di berxwedana 20-24’ê Kanûnê de li gundê Cabir û Teraqa cih girtin û ji dest dabûn eşkere kirin.
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyek nivîskî nasnameya 5 şervanên xwe yên ku di Operasyona Pêngava Xezeba Firatê de li gundên Cabir û Teraqa di encama berxwedanekî bê hempa de gihiştin şehadetê, bi raya giştî re eşkere kir.
YPG’ê destnîşan kir ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi rolek aktîv bejdarî Pêngava duyemîn a Xezeba Firatê bû, di gelek şerên dijwar de rolek mezin girt li ser milê xwe.
Di daxuyaniya YPG’ê de ev agahî hatin dayîn:
“Hevalên me 20-24’ê Kanûnê şerekî giran li dijî çeteyên DAIŞ’ê meşandin û heta dilopa xwîna xwe ya dawî li ber xwe dan û di encama vî şerî de 4 hevalên me li gundê Çabir û hevalek me jî li gundê Teraqayê de yên girêdayî Reqayê gihîştin şehadetê.
Di pêngava Xezeba Firatê de Hêzên Sûrya Demokratîk (QSD) û YPG/YPJ wek 2 hêzên sereke di nav de bi awayekî aktif cih digire, bi dehan gundên stiratejîk ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgarkirine, herî dawî jî gundê Teraqa û Cabir hatin rizgarkirin, ev her 2 gund ji bo çeteyên DAIŞ’ê gelek stiratejîk bûn, mirov dikare bêje bi rizgarkirina van gundan çeteyên DAIŞ’ê derbên mezin xwarin.
Her 5 hevalên me yên di rizgarkirina van gundan de rolekî girîng girtin li ser milê xwe û bifedakartiyek mezin beşdar bûn û giheştin şehedetê.
Em weke YPG û YPJ di serî de ji malbata şehîdan, ji tevahî gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Em soza xwe ya bilindkirina têkoşînên di kesayeta şehîdan de nû dikin, heta dawiyê li ser şopa wan bimeşin.”
NASNAMEYA ŞERVANAN
Nasnameya şervanên YPG’ê yên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
Nasnav: Brûsk Kobanê
Nav û Paşnav: Yusuf Osman
Navê Dayikê: Fatma
Navê Bav: Îbrahîm
Cihê Jidayikbûyînê: Kobanê
Cih û Dîroka Şehadetê: Cabir /Reqa-23.12.2016
***
Nasnav: Îbrahîm
Nav û Paşnav: Îbrahîm El- Ebdulleh
Navê Dayikê: Ferîda
Navê Bav: Ebd El- Henan
Cihê Jidayikbûyînê: El- Ehmediyê
Cih û Dîroka Şehadetê: Cabir /Reqa -22.12.2016
***
Nasnav: Şervan Efrîn
Nav û Paşnav: Said Battal
Navê Dayikê: Hamîda
Navê Bav: Osman
Cihê Jidayikbûyînê: Heleb
Cih û Dîroka Şehadetê: Cabir/ Reqa -21.12.2016
***
Nasnav: Agir Kobanê
Nav û Paşnav: Zelal Osman
Navê Dayikê: Ayşe
Navê Bav: Mustefa
Cihê Jidayikbûyînê: Kobanê
Cih û Dîroka Şehadetê: Cabir/Reqa -24.12.2016
***
Nasnav: Şahîn Çavşîn
Nav û Paşnav: Emîncan Muhemedî
Navê Dayikê: Emîna
Navê Bav: Huseyin
Cihê Jidayikbûyînê: Xoy
Cih û Dîroka Şehadetê: Teraqa /Reqa - 24.12.2016