Namzetê serokatiyê yê Goran hate redkirin

Ji Tevgera Goran  serlêdana ji bo namzetiya Serokatiya Herêma Başûrê Kurdistanê ya Muhammed Tofîq Rahîm ji aliyê Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Referandûmê ve hate redkirin.

Ji bo Serokatiya Herêma Başûrê Kurdistanê ya ku 1’ê Mijdarê li ser li hev kiribûn ku pêk were, îro Tevgera Goran Muhammed Tofîq Rahîm weke namzet diyar kiribû.

Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Referandûmê di nava çend saetan de kom bû  û serlêdana namzetiya Rahîm red kir.

Li ser navê komîsyonê endamê Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Referandûmê Cotyar Adil axivî û got: “Li gorî benda 7’emîn a qanûna Serokatiya Herêma Başûrê Kurdistanê, her namzetê serokatiyê divê nava 30 rojan de serlêdanên xwe yên qanûnî pêk bîne.  Piştî bidawîbûna qanûnî ya Muhammed Tofîq Rahîm bidawî bû û şûnde, ji ber nû serlî li komîsyonê daye, nehatiye qebûlkirin.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Rahîm ê li ser navê Tevgera Goran ji namzetiyê serlêdan kirî, li ser navê partiyê jî namzetê yekem e û got: “Li gorî qanûnan,  eger ji bo Serokatiya Herêma Kurdistanê namzet nebin, hilbijartin pêk nayê jî.”