Qasim Keşko: Em ê li gorî daxwazên gel siyasetê bikin

Namzetê Hevpeymana Gelê Nînowayê yê ji Şengalê Qasim Keşko diyar kir ku mijarên bingehîn ên bernameya wan a siyasî ewlehî, îdarî û vegera koçberan e û got, ew ê li gorî nêrînên gel di siyasetê de guherînê çêkin.

Li Şengalê amadekariyên hilbijartinên parêzgehan a 18’ê Kanûnê roj bi roj geştir dibe. Bi taybet namzetên bi ser Hevpeymana Yekitiya Gelên Nînowayê ku ji çend partiyên siyasî yên Şengalê û Mûsilê ava bûye, lez daye xebatên hilbijartinê.

Rêveberiya Xweser a Şengalê jî bi 4 namzetên ji PADÊ bi ser hevpeymanê de beşdarî hilbijartina encûmena parêzgeha Nînowayê dibe. Yek ji van namzetan Qasim Keşko ye.

Namzetê Hevpeymana Yekîtiya Gelên Nînowayê Qasim Keşko derbarê amamdekariyên hilbijartinê nirxandinên girîng kir. Qasim Keşko di destpêka nirxandina xwe de bal kişand ser nîqaşên ku ji ber rewşa leşkerî ya li herêmê dibe ku hilbijartin pêk neyê û nêrîna xwe wiha anî ziman: “Bi taybet ji ber şerê Îsraîl-Fîlîstînê, hin nîqaş hene ku dibêjin wê hilbijartin pêk neyê lê li gor nêrîna me pêvajoya hilbijartinê berdewam e û hilbijartin wê pêk were.“  

3 MIJARÊN SEREKE YÊN HILBIJARTINÊ

Keşko destnîşan kir ku ev hilbijartin ji bo gelên deşta Nînowayê bi taybet ji bo civaka Êzidî gelek girîng e û bernameya hevpeymana gelan wiha da nasandin: “Ji bo vê hilbijartinê, bernameya me ya siyasî li ser 3 mijarên esasî ne. Ya yekemîn vegera koçberan li Şengalê û piştgiriya ji bo vegera wan e. Ya duyemîn mijara îdarî ya Şengalê ye ku ev mijara herî giran e. Ji ber ku di encama vê hilbijartinê de wê midûrê nahiye û qeymeqam were danîn, serokê meclîsa şaredariyê wê were danîn. Û pêre wê daxwaza mafên malî û budçeyê ji dewletê were kirin. Her wiha wekî xaleke esasî mijara ewlehiyê heye, divê tifaqeke ewlehiyê di navbera hêzên li Şengalê çêbe, divê eniyek hevbeş a van hêzan hebe.“

‘EM Ê BI PIRGIRÊKÊN CIVAKÊ RE ELEQEDER BIBIN’

Di berdewamiya axaftina xwe de Qasim Keşko da zanîn ku ji bilî mijarên ewlehî û îdarî gelek pirsgirêkên civakî jî li herêmê hene û ev mînak da: “Bi sedan mamosteyên xwebexş hene, ev 4 sal in rewşa wan ne zelal e.  Çend caran lijne hatin avakirin, soz hate dayîn lê pirsgirêk çareser nebûye. Aliyên siyasî her dem li ber vî tiştî sekinîn. Em ê bi qasî hêza xwe li ser van pirsgirêkan jî bisekinin. Em ê bi giştî li ser van mijarên esasî kar û xebat bimeşînin.“

DERFETA GUHERÎNA SIYASETÊ HEYE

Qasim Keşko di dawiya nirxandina xwe de ev tişt anî ziman: “Hêvîdar im ku em ê bi hêza gel bi ser bikevin û xizmeta gelê xwe bikin. Mirovên jidil ên vî gelî hene, mirovên xwedî wijdan hene. Em ê baweriya gelê xwe ji aliyê siyasî ve vegerînin. Em ê li gorî nêrînên gelê xwe di siyasetê de guherînê çêbikin. Hêviya me ji gelê me heye ku herkes rabe ser xwe da ku dengê wan neyê dizîn, heqê wan neyê dizîn. Eger gelê me dixwaze guherînê çêbike, niha ev derfet heye.“