‘Na ji şerê navxweyî re’

Îro li Silêmaniyê rêxistinên civaka sivîl, hinek ji nûnerên aliyên siyasî û kesayetiyên navdar ên Silêmaniyê li dijî hewildanên şerê navxweyî kom bûn, daxwaza yekîtiyê kirin û xwestin pirsgirêk bi rêya diyalogê were çareserkirin.

Di saetên êvarê de ji aliyê Desteya Destpêşxeriya Konferansa Nîştimanî ve li ber Baxê Giştî yê Silêmaniyê çalakiyek li dijî hewildanên şerê navxweyî hate lidarxistin.

Hejmarek ji nûnerên aliyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, çalakvan û kesayetiyên Silêmaniyê tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankartên ku bi nivîsa; “Garantiya hebûna me di yekgirtinê de ye”, “Heta kengê şerê birakujî?” hatin hildan.

Di destpêka çalakiyê de Hunermend Necim Mihemed li dijî şerê navxweyî stranek stra û piştre ji aliyê Endamê Desteya Destpêşxeriya Konferansa Nîştimanî Simko Reşîd ve daxuyaniyek hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Em hewldana tevgera hêzên leşkerî û avakirina bingehê şerê navxweyî şermezar dikin. Gelê Kurd daxwaza yekrêzî, aşitî û yekîtiya netewî dike. Dîrokê jî ev yek piştrast kiriye ku garantiya hebûn û serkeftinê tenê yekîtî ye.”

Piştre li ser navê Hizba Şue ya Kurdistanê, Hizba Zehmetkêşên a Kurdistanê, Tevgera Azadî, Tora Rêxistina Silêmanî û Komeleya Afretên Kurdistanê peyam hatin dayîn.

Di peyaman de rexne li siyaseta PDK’ê hate kirin û gotin, divê hemû partiyên Kurdistanî li dijî hewildanên lidarxistina şerê navxweyî helwestê nîşan bidi, divê yekîtiya netewî were avakirin û destûr nedin carek din şer nava Kurdan derbikeve.