BI DÎMEN

Moral û motîvasyona gerîla bilind e

Ji fermandarên HPG'ê Rojger Serhed anî ziman ku gerîla xwedî moral û motîvasyoneke mezin e, ji aliyê psîkolojîk ve serwer e û got, "Têkçûna artêşa dewleta Tirk li pêş çavan e."

Yek ji fermandarên Hêzên Parastina Gel (HPG) Rojger Serhed bi boneya 25’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi paradîgmaya jiyana nû komploya ku li dijî tevahiya gelê Kurd hate kirin, pûç kir.

'FELSEFEYA RÊBERÊ ME BÛYE GERDÛNÎ'

Rojger Serhed bi bîr xist ku gelê Kurd gelekî qedîm e û welatê wan ji aliyê çavkaniyan ve dewlemend e û got: "Rêber Apo bi parastina van hemûyan gelê ku li ber windabûnê bû zindî kir. Ji hêzên hegemonîk hesab pirsî. Bi paradîgmaya nû ji bo mirovahiyê bû hêviyek jiyaneke nû. Dijmin ji ber ku dizane her gotina wî ji bo gelê Kurd çiqasî girîng e, vê yekê asteng dike. Rêberê me û di şexsê wî de gelê Kurd ji holê ranebûye, berovajî vê yekê bi hêztir bûye. Felsefeya Rêberê me gerdûnî bûye."

SULEYMAN SOYLU LI KU YE?

Fermandar Rojger Serhed anî ziman ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şerekî pir giran û dijwar diqewime û wiha got: “Gerîla careke din nîşan daye ku ne bi dawî dibe û ne jî têk diçe.”

Rojger Serhed gotinên Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê yê berê Suleyman Soylu yên der barê hejmara gerîlayan bi bîr xist û wiha pê de çû: “Suleyman Soylu ku bi dengekî bilind diqîriya li ku ye? Çima ew nayê dîtin, çima nekarî PKK’yê tune bike? Bi ser neket, nikarin bi ser bikevin. Ev çar sal in neqedand. Her roj cenazeyên leşkeran diçin û piraniya wan jî vedişêre. Malbatên ku zarokên xwe winda kirine ji ber ku zarokên wan bi pere dixebitîn, peymana wan heye, nikarin dengê xwe derxin.

MORALEKE MEZIN HEYE

Hemû çalakiyên gerîla tên qeydkirin. Têkoşîna gerîla ji bo azadiya Rêberê xwe û gelê xwe ye. Weke hêzên gerîla moral û motîvasyoneke me ya mezin heye. Di vî şerî de awantaja derûnî di deste me de ye. Kes nikare vê yekê înkar bike, ji ber ku têkçûna artêşa Tirk li ber çavan e. Gerîla biçe kîjan girî wê derê ji hêzên dijmin paqij dike. Çalakiyên dawî jî îspata vê yekê ne."