MOP: Erdogan ê faşîst têk diçe

MOP’ê êrîşên li ser Rojava û Şengalê şermezar kir, diyar kir ku ev êrîş nîşaneyên têkçûna Erdogan in.

Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê (MOP) têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Şengalê daxuyanî da.

MOP’ê di daxuniyê de şervanên YPG/YPJ’ê û mirovên sivîl ên ku li Şengal û Qereçoxê jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn û got, ‘’em dewleta Tirk, ên ku destekê didine wan şermezar dikin, naletê li wan dibarînin.’’

MOP’ê her wiha bi bîr xist ku dewleta Tirk bi rengekî plankirî ji bo êrîşê 24’ê Nîsanê, salvgera qirkirina gelên Ermen, Pontus, Asûrî/Suryanî/Keldanî hilbijartiye.

KURDAN HEVSANGA PSÎKOLOJÎK A ERDOGAN TÊK BIRINE

MOP’ê got dewleta Tirk bi van êrîşên xwe yên li ser Qereçox û Şengalê, li dijî rabûna demokratîk a li Rojhilata Navîn ‘koleti’yê derdixe pêş û ji bo gelan koletiyê rewa dibîne.

MOP’ê her wiha got Kurdan bi têkoşîna xwe hevsenga psîkolojîk a Erdogan têk birine û ji bo vê jî li dijî geşedanên demokratîk Erdogan ê faşîst û îslamîst bi alçaxî dijminatiyê dike.

BANG

Herî dawî MOP’ê bang li hêzên koalîsyonê kir da ku li rex demokrasiyê helwesta xwe nîşan bidin û li dijî êrîşên dewleta Tirk helwesta xwe nîşan bidin.