Mîtînga HDP'ê ji ber berfê taloq bû

Mîtînga HDP'ê ya li Amedê ji ber berfa ku zêde bariya, taloq bû.

Têkildarî Mîtînga HDP'ê ya 22'ê Çileyê ya li Qada Stasyonê ya amedê, ku wê bi dirûşma "Em HDP'ê diparêzin" bihate lidarxistin, endamên Komîteya AMadekar li avahiya partiyê daxuyaniyek dan. Tevî endamên komîteyê gelek parlamenter jî tevlî civînê bûn.

Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulîstan Atasoy ku cihê xwe di nava Komîteya Amadekar de girt, wiha got, "Berf wê heta hefteyekê li Amedê bibare, lewma ev yek bû sedem ku em mîtînga xwe taloq bikin. Em naxwazin kesek nexweş bikeve yan jî qeza bike. Lewma me mîtînga xwe ji bo demeke din taloq kir."

Atasoy ragihand ku wê dema mîtîngê piştre diyar bikin.