Mîmar Aydin: Êrîşê dibin ser bîra Sûrê

Mîmar Şerefxan Aydin têkilî polîtîkaya talanê ya li ser navçeya Sûrê û Baxçeyên Hewselê yên Amedê û got ''Divê hemû arestebûn hem ji aliyê aborî û hem polîtîk ve weke tinekirina bîrê werin dîtin.''

Polîtîkayên talankirinê yên dewleta Tirk ên li ser berhem cih û qadên dîrokî didome. Nexasim navçeya Sûrê û Baxçayên Hewlêselê weke qadên sereke yên vê polîtîkayê hatine diyarkirin. Li van qadan ku ji rantê re hatine vekirin hem raçînka dîrokî tê tinekirin û hem jî bi vê vê bi avakirina avaniyên 'modern' hilweşîna sosyo-çandî tînin. Piştî berxwedana xwerêveberiyê 6 taxên Sûrê bi erdê re kirin rast, li wan taxan ku şer lê nebûyî jî bi navê 'guherîna bajêr' dîrokek hate tinekirin.

Mîmar Şerefxan Aydin diyar kir sala 2015'an dewletê şerê navbajêr kiriye hincet ji bo hilweşandinê ketiye navçeya Sûrê û hê sala 2009'an jî xwestiye ku vê biceribîne. Aydin got sala 2009'an gel destûra vê nedaye, dewlet bêgav maye ku bi paş ve gav bavêje lê 2015'an dîsa ketiye van qadan.

Aydin diyar kir bi navê 'restorasyonê' bajar tê hilweşandin û got, ''Dîroka bi hezaran sal a Sûrê heye. Li wir dema ku bizmarek jî were kutan divê li ber kontrola pisporan be. Lê li gel hemû hişyarî û daxuyaniyên me jî bi tang, top û mekîneyên kar ketin wir. Li van qadan bi zanebûn rê li hilweşandinê hate vekirin.Çawa ku li qadên din ên jiyanê hiqûq, dadmendî û yasa tine têne hesibandin ji van zêdetir jî hate kirin û Sûr kirin halê berdest.

Ji ber ku hê salên 80'yî ji bejahiyê koç bi ser Sûrê de çêbû. Ji ber vê nifûsa polîtîk li wir zêde bû. Mirov dikare bibêje dewlet hay ji vê hebû û wiha nêzîkatî lê kir. Nifûsa wir li dijî ferzkirinên dewletê derdiket û hewl dida bi çand û zimanê xwe bijî. Ji ber vê ji bo dewletê 'diviya mudahele lê bihata kirin''. Ne tenê li Sûrê li Amedê û deverên din ên Kurdistanê jî dewletê ev kir.''

Aydin diyar kir ji ber sedemên polîtîk tê xwestin ku Sûr ji ranta polîtîk re were vekirin û got, ''Van 15 salên dawî Sûr kirin qadeke bêhempa ya rantê. Nirxên mal û erdên wir zêde bûn. Vê jî çavbirçîtiya dewlet û sermiyanê zêde kir. Ji ber vê jî ev hemû arestebûn hem ji aliyê polîtîk û hem ji aliyê aborî ve weke tinekirina bîrê werin dîtin. Heke li deverên din ên veguherînên çend armanc hebin li Sûrê jî zêdetir armanc hene.

Berê xwe dane Baxçeyên Hewsêlê jî, ya li rex Sûrê. Beriya niha jî berê xwe danê, dar hatin birîn û xwestin ku ji rantê re vekin lê bi berxwedana wê demê ya xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê pêşî li vê hate girtin. Lê beriya bi 2 salan dîsa berê xwe dane wir bi pêvajoya hiqûqî ya dînamîkên bajêr vê gavê sekinîne. Lê ev nayê wê maneyê ku dev jê qeriyane.''

Aydinbi berdewamî diyar kir niha li Baxçeyên Hewsêlê ziyaneke mezin tê ser sirûşta wê, kargehên wir li talana wir didin û got li Baxçeyên Hewselê ku di Lîsteya Mîrata Çandî de ye divê ev avaniyên wiha nebin û heke pêşî lê neyê girtin talaneke mezintir li ber Baxçeyên Hewselê heye. Aydin bi berdewamî got li ser taxa Ben û Senê jî eynî talen heye û armancên li vir jî ji armancên li deverên din ne cihêtir e.

Aydin bi bîr xist deverên ku di nav lîsteya Mîrateya Çandî ya Cîhanî ya UNESCO'yê de bin ev nayê maneya ku UNESCO wê parastina wan bike, UNESCO tenê nîşan dide ku ew dever nirxên hevpar ên mirovahiyê ne û ew cih li nav sînorên kîjan dewletê de bin berpirsyariya wê dikeve ser wê dewletê. Aydin got ''UNESCO kire nav lîsteyê divê biparêze, ev fikir şaş e. Lê li wan qadan ku UNESCO'yê pejirandiye dema ku xebatek were kirin divê rapor were hazirkirin û ji UNESCO'yê re were şandin.

Aydin wiha got: ''Nav Sûrê ne qadeke wiha ye ku di ber parastina UNESCO'yê de ye. Tenê Sûr hatine qebûlkirin. Devera nav Sûrê ne di lîsteya UNESCO'yê de ye. Diyar bû ku UNESCO ji Tirkiyê  rapor xwestiye lê raporên şaş hatine şandin. UNESCO'yê ji ber ku bawerî bi van raporan neanî ragihand ku wê şandeyekê bişînin lê heta vê gavê nehatine.''