Meşvanên Azadiyê li Sêweregê ne: Wê nikaribin pêşî li gelê Kurd bigirin

Meşvanên Azadiyê yên ji Amedê bi rê ketin, gihîştin Sêweregê. Meşvanan gotin, "Azadiya gelê Kurd di asteke welê de ye ku nikare bê astengkirin. Bila her kes zanibe, ev agir wê me bigihîne azadiyê."

Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk ên di “Meşa Mezin a Azadiyê” de cih digirin duh li Amedê bûn û îro gihiştin navçeya Sêweereg a Rihayê. Meşvan, çûn serdana gora siyasetmedarê kurd Îbrahîm Ayhan ku di 2018’an de li Herêma Federe ya Kurdistanê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest dabû û Mahmût Zengîn ku li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê xwe şewitandibû.

Parlamenterê DEM Partiyê Sezaî Temellî di bîranînê de axivî û wiha got: “Îbrahîm Ayhan di têkoşînê de kesayetekî girîng bû. Tiştên wî jiyayîn, careke din anî bîra her kesî bê ka li vî welatî çi zilm û tundî heye. Em ê tiştên li wî hatine kirin ji bîr nekin. Bi biryareke vala parlamenteriya wî hate betalkirin. Wî dixwest tecrîd were rakirin. Yên ku tecrîd û înkar li vî welatî ferz kirin bûn sedema mirina wî. Ji bo ku ev tişt êdî neqewimin me dest bi vê meşê kir. Heke tecrîd hebe, hiqûq û demokrasî tune ye. Tecrîda li birêz Ocalan tê ferzkirin, di esasê xwe de li gelên Rojhilata Navîn tê ferzkirin.”

Piştre jî meşvan çûn serdana gora Mahmût Zengîn. Gelek kesan di ketina goristanê de meşvan bi dirûşma “Şehîd namirin” pêşwazî kirin. Parlamentera DEM Partiyê Saliha Aydenîz li vir axivî û wiha got: “Çaran gotibû ‘Agirî nevemirînin, gur bikin.’ Di van 42 salan de ev agir gur bû û êdî kesek nikare pêşî li ber azadiya gelê kurd bigire. Bila her kes bizane ku ev agir dê me bigihîne azadî û aştiyê.”

Beşdaran di bîranînê de qurnefîl danîn ser goran.

Tevî baranê jî ber bi avahiya DEM Partiyê ve meş hat lidarxistin.