Meclîsa Xweser a Şengalê bang li welatiyên kampa Şeriya kirin: Vegerin Şengalê

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bang li welatiyên ku li Kampa Şeriya ya Dihokê ku konên wan şewitîne kir ku vegerin Şengalê, ew amade ne hemû xebatê ji bo wan bike.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê têkildarî şewata li Kampa Şeriya ya li Dihokê peyamek da.

Peyama wiha ye:

“Em di ji ber buyera şewatê a li Wargeha Şariya Xemgînin. Rewşa ku gelê me têre derbas dibe ji nêz ve dişopînin.
Em hewil didin zerer û ziyanên ku ber gelê me ketine bi dest bixin.
Em bang li gelê xwe bi giştî dikin berê xwe bidin Şengalê. Taybet Malbatên ku konên wan şewitîna dikin; em amadene li Şengalê bi hemû derfetên ku di destê me de hene pêşwaziya malbatên xwe bikin.
Xwedî derketina li van malbatên me ku rastî karesatê hatine em erka li ser xwe dibînin.”