MEBYA-DER: Li ser cenazeyan hiqûq dijminatiyê dikin

Ji bo ku cenazeyên gerîla nadin malbatan MEBYA-DER'ê helwest nîşan da û got ev hiqûqa dijminatiyê ye û derî mirovî ye.

Komeleya Piştevanî, Yekitî û Çandê ya Alîkariya Kesên Xizmên Xwe Di Dergûşa Şaristaniyan De Winda Kirin (MEBYA-DER) derbarê nedayîna cenazeyên endamên HPG'ê yên ku di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane, li avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kongreya Îslamî ya Demokratîk (DÎK) û MEBYA-DER’ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Hevserokê MEBYA-DER’ê Şeyhmûs Karadag axivî.
 
Karadag, bal kişand ser goristanên bêkesan û wiha got: “Goristanên bêkesan bi nav dikin lê goristan ne bêkes in. Dê, bav, xwîşk û birayên wan hene. Malbat diçin ji bo testa DNA’yê xwîn didin lê li benda encamê nasekinin û li goristanên bêkesan defin dikin. Hewcehiyên wan ên olî jî bi cih naînin. Dikin torbeyê cenazeyan de û defin dikin. Bi vî awayî êşa malbatan zêdetir dikin.”
 
Karadag, diyar kir Kemal Selîmî (Gelî Berîtan) û Osman Salcûk (Canşêr Fedakar) ên HPG’î ku di 2’ê Îlonê de li navçeya Silopî ya Şirnexê di şerekê de jiyana xwe ji dest dabûn cenazeyê wan nadin malbatên wan. Karadag di dewama axaftina xwe de wiha got: “Di 2’yê Îlonê de 2 HPG’iyan jiyana xwe ji dest dan. Kemal Selîmî ji Rojhilatê Kurdistanê ye û Canşêr Fedakar jî, ji Şirnexê ye. Dê û bavên Salcûk jiyana xwe ji dest dane. Xwîşk û birayên wî çûn ji bo testa DNA’yê xwîn bidin, lê qebûl nekirin. Gotin ‘gereke dê û bav hebe.' Em dipirsin, gelo ji ber dê û bavê wî tuneye, cenaze nayê dayîn?”
 
Karadag, da zanîn ku berpirsyaran bêyî ku li benda malbatan bisekinin, her du cenaze li goristana bêkesan definkirin û wiha bilêv kir: "Birayê Kemal Selîmî ji Îranê hat serî li komeleya me da û ji vir çû Şirnexê ji bo testa DNA'yê ku xwînê bide serî li nexweşxaneyê û serdozgeriyê da lê dîsa qebûl nekirin. Ew jî bavê wî tune ye û dayika wî jî nexweşe di nav cihan de ye nikare were. Li gel vê yekê paşve şandin gotin ‘hewceye dayika wî were’. Parêzer jî ketin nav hewldanan lê tu bersiv negirtin. Ev tiştê ku tê kirin derveyî mirovahiyê, hiqûqê û olê ye.”
 
Karadag, bi bîr xist ku 8 cenazeyên ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê de tên sekinandin 35 roj in nadin malbatên wan û wiha bi dawî kir: "Malbat bi rojane li ber morgê sekînandine. Li gel cenaze hatine tespît kirin jî dîsa nadin malbatan. Dixwazin êşa malbatan zêde bikin. Ev tişt nayên qebûl kirin. Xwe bikin şûna wan dayik û bavan qey dil û kezeba we naşewite? Malbat wê şopdarên zarokên xwe bin û xwedî li wan derkevin.”