MEBYA DER êrîşên li ser goristanan şermezar kir

MEBYA DER êrîşa li ser goristanan şermezar kir, destnîşan kir ku nirxên Kurdan tên hedefkirin

Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Xizmên xwe di Dergûşa Şaristaniyê de Windakirin (MEBYA-DER) têkildarî êrîşên demên dawî yên li ser goristanan daxuyaniyek nivîskî da.

‘NIRXÊN KURDAN TÊN HEDEFKIRIN’

Di daxuyaniyê de MEBYA-DER ev anî ziman: “ Li navçeyên Wanê li ber çavên malbatê kêlên goran hatin şikandin û malbat hatin tehdîtkirin. Herî dawî jî li gundeke yê navçeya Farqîn a Amedê ji ber ku alfabeya Kurdî li ser kêlan hebûn, gor hatin texrîbkirin. Di demekê de ku dinê hemû bi şewba Koronayê re seferber bûye, desthilat li dijî gelê Kurd û nirxên wê her roja diçe êrîşên xwe zêdetir dike. Ev jî encama dijminahiya li ziman û çanda Kurdan e. Roj tine ku rûmeta mirovan li bin lingan nayê xistin. Li şûna desthilat bi vîrûsê re têbikoşe, zextê li maf û azadiya herî demokratîk dike. Li herêmê operasyon bi lez dewam dike, her roj ji girtîgehan darbestên ciwanan derdikevin. Di meha Remezanê ya ji bo alema Îslamê bi qedir û qîmet e, agahiya mirina Mûstefa yê di rojiya mirinê de hate bihîstin,agahiyên ku goristan tên texrîbkirin tên bihîstin. Dixwazin bînin ziman ku ti rêzdariyek ji bo baweriya civakê nemaye.”