Mam Zekî li Şengalê tê bîranîn

Zekî Şengalî (Mam Zekî) di salvegera yekemîn a şehadeta wî de li Şengalê ji aliyê bi hezaran kesî ve tê bîranîn.

Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden) 15’ê Tebaxa 2018’an, dema ji bîranîna qurbaniyên komkujiya gundê Koço yê Şengalê vedigeriya, bibû hedefa bombebarana balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker.

Di yekemîn salvegera şehadeta Mam Zekî de, li Şengalê çalakiyên bîranînê pêk tên. Duh êvarê li Şengalê destpêkê xêra Mam Zekî hat belavkirin.

Pîştî belavkirina xêrê gora Mam Zekî ya li Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a li ser Çiyayê Şengalê hat ziyaretkirin û find hatin pêxistin. Di serdanê de malbata Mam Zekî Şengalî, nunerên sazî û dezgehên Şengalê, şandeya Rojavayê Kurdistanê ku ji nunerên TEV DEM, Mala Ezidiyan a Cizîrê, endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Saziya Malbatên Şehîdan a Rojava pêk dihat û şandeya ji Ewropayê jî amade bûn.

Ji bo bîranîna Mam Zekî, îro jî li herêma Serdeştê ya Çiyayê Şengalê çalakiya bîranînê pêk tê. Li qada çalakiya bîranînê ji bilî malbata Zekî Şengalî, nûnerên saziyên Şengalê, şandeyên Rojava û Ewropayê û şêniyên Şengalê amade ne.