'Mam Celal hewl da yekîtiya neteweyî li hemû parçeyan pêk bîne'

KCK: Mam Celal û Rêber Apo hewl dan, ku yekîtiya neteweyî ya di şexsê xwe de pêk anîn, li hemû parçeyên Kurdistanê bi cih bînin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê li ser wefata siyasetmedarê Kurd Celal Talabanî daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya KCK'ê wiha ye:

"Bi kerb û keser em pê hesiyan, ku Mam Celal ê ku tevahiya emrê xwe daye têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd, wefat kiriye. Bila serê malbatê, hemû dostan, YNK'ê û tevahiya gelê Kurdistanê sax be.

Jidestdana Celal Talabanî ku Sekreterê Giştî yê YNK'ê û Serokkomarê berê yê Iraqê bû, ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn windahiyek mezin e. Li Rojhilata Navîn, ku neteweperestî û mezhebperestî gelan û civakan berdidin hev, ew her tim bi berpirsyariya çareserkirina pirsgirêkan rabû. Piştî hilweşandina desthilatdariya Baas, di avabûna Iraqeke federal de weke Serokkomar ew bi rista xwe rabû. Kir ku azadiya gelê Kurd di nava yekîtiya federatîf a Iraqê de pêk were. Tevî ku gelek pirsgirêkên xwe hebin jî, lê di avêtina gaveke bi vî rengî de roleke girîng a Celal Talabanî heye.

Mam Celal, tevî ku di têkoşîna azadiyê ya Başûrê Kurdistanê de xwedî cihekî girîng e, tevkariyeke girîng li pêşketina têkoşîna azadiyê ya li hemû parçeyên Kurdistanê kiriye. Ji ber ku Celal Talabanî yek ji damezrînerê YNK'ê ye, ku weke tevgereke çep di nava siyaset û têkoşîna demokratîkbûna civakê ya Başûrê Kurdistanê de cih digire, ji aliyê dîroka azadiya Kurd ve tê wateya gaveke girîng. Beriya bi dehan salan dît, ku pêwîstiya Başûrê Kurdistanê û siyaseta Kurd bi demokratîkbûnê heye. Ev yek jî aliyê wî yê xurt ê lîderiya siyasî nîşan dide.

Mam Celal, piştî ku PKK derkete holê, girîngiya wê ya dîrokî ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd fêhm kir û ev jî hêza wî ya xurt a pêşdîtinê radixe pêş çavan. Ji ber vê yekê, dostaniya bi Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ya Kurd re gelekî girîng dîtiye. Rêber Apo jî ev dostanî gelekî hêja dîtiye û di demên herî zehmet ên YNK'ê de di çarçoveya vê dostaniyê de tevgeriya ye. Tevgera me ya azadiyê jî her tim li gorî vê dostaniya Celal Talabanî û Rêber Apo tevgeriya ye. Mam Celal û Rêber Apo hewl dan, ku yekîtiya neteweyî ya di şexsê xwe de pêk anîn, li hemû parçeyên Kurdistanê bi cih bînin.

Karên Mam Celal ên ji bo yekîtiya neteweyî kir, wê ti carî neyên jibîrkirin. Daxwaz û hesreta wî ya herî mezin bû, ku li ser bingeha kongreya neteweyî yekîtî pêk were. Her tim piştgirî daye xebat û hewldanên bi vî rengî. Têkiliya xwe ya bi Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ya Kurd re, weke bingeheke girîng a yekîtiyê nirxandiye û ev têkilî her tim weke çîmentoyê yekîtiya Kurdan dîtiye.

Keda mezin a Rêber Apo ya di têkoşîna azadiya gelê Kurdistanê de teqdîr kir û asta rêzdarî ya têkiliyên navbera xwe her tim parastine. Rêber Apo di her firsendê de silav û hurmetên xwe ji Mam Celal re bi rê kiriye. Mam Celal jî, piştî ku Rêber Apo li Îmraliyê dîl hate girtin jî ev têkiliyên xwe yên dostaniyê dewam kiriye. Beriya nexweş bikeve, hewl da pêşengiyê ji kampanya û hewldaneke navneteweyî ya ji bo azadiya Rêber Apo bike.

Talabanî ne tenê bi Başûrê Kurdistanê re, her wiha bi têkoşîna azadiyê ya hemû parçeyên Kurdistanê re eleqedar bûye. Girêdana bi hev ve ya jiyana demokratîk û azad a her çar parçeyan timî aniye ziman. Bi gotina 'Bakurê Kurdistanê Misra Kurdan e' girîngiya têkoşîna azadiyê li çar parçeyan diyar kiriye û tevgera me ya azadiyê hem ji nêz ve şopandiye, hem jî gelekî bi serketina wê şa bûye.

Mam Celal li hêlekê girîngî bi têkoşîna azadiya Kurdistanê dida û demokratîkbûna welatên herêmê jî parçeyek ji têkoşîna azadiya Kurdistanê didît. Ji bo vê jî xwestiye ku bi gelên Ereb, Fars û Tirk re Kurd têkiliyên wekhev, dadmend û demokratîk ava bikin û doza Kurd li ser zemîna demokratîk çareser bibe. Her demê jî ji hewldanên Rêber Apo û Tevgera me re, ya di vê biwarê de bûye destek.

Bi wefata Mam Celal re Kurdan karakterekî xwe yê girîng ê Rêber, gelên Rojhilata Navîn jî dostekî xwe yê hêja ji dest dane. Li cografyaya me ku neteweperestiya kor û dîndariya fanatîk gel kirine qirika hev, kesayetiya Mam Celal û nêzîkatiya wî ya polîtîk, hêz daye projeya çareseriya siyasî û demokratîk a Rêber Apo ku xwe dispêrê neteweya demokratîk û her wiha demokratîkbûna Kurdistanê û Rojihilata Navîn.

Tevgera me ya azadiyê wê dostaniya Mam Celal a bi Rêber Apo re û Tevgera me re ji bîr neke, wê hesreta wî ya yekîtiya neteweyî, azadiya neteweyî, Kurdistana azad û Rojhilata Navîn a demokratîk teqez pêk bîne."