Malbatên Roboskiyê cara 305’emîn ‘Edalet’ xwestin

Lêgerîna edaletê ya malbatên Roboskiyê di hefteya 305’an de berdewam kir.

Li gundê Roboskiyê yê navçeya Qilebana Şirnexê di êrîşa hewayî de 34 welatiyên gund hatibûn qetilkirin. Malbatên Roboskiyê di hefteya 305’an de li ser gorên xizmên xwe kom bûn û wêneyên kesên hatin qetilkirin, hildan. Li ser navê malbatên ku li edaletê digerin, Welî Encû daxuyanî da.

Encû, diyar kir ku berpirsên komkujiyê, xwe ji bûyerê pak dikin û wiha axivî: “Teraziya edaleta dewletê di hefteya 305’an de jî şaşwaz bû. Heya ku pakbûna nebe, edalet û aştî nabe. Divê ev şerê heyî demildest bi dawî bibe. Şerê 35 sal in didome, bi tank, top û çekan çareser nabe, encax bi muzakereyan çareser bibe.” 

Encû, diyar kir ku di 4’ê Mijdara 2016’an de parlamenterên HDP’ê hatin girtin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Wê ev pêvajo tim di rûpelên dîrokê de cih bigirin. Ev derbeya ku li edalet, hiqûq û demokrasiyê hat xistin, em ê tu carî wê ji bîr nekin. Em ê heya dawiyê têkoşîna xwe ya edaletê bidomînin.”