Malbata Şenyaşar: Heta ku 23 gumanbar werin girtin em ê çalakiya xwe bidomînin

Malbata Şenyaşar a ku di êrîşa AKP’yiyan de 3 kesên ji malbata wan hatibûn kuştin, diyar kirin ku heta 23 gumanbar werin girtin wê nobeta wan a edaletê bidome.

Parêzvan û xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrîşi dikana malbata Şenyaşar kiribû û ji malbata Şenyaşar 3 kes kuştibûn. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ê ku ji êrîşê birîndarê filîtibû li ber dadgeha Rihayê nobeta edaletê dabûn destpekirin. Çalakiya malbatê di roja 35’an de didome.

Dayik û kurê wê îro dîsa hatin ber bariyerê beton a têketina avahiyê û dest bi lêgerîna edaletê kirin.

Emîne Şenyaşar di çalakiyê de axivî û got “Ji malbata min 3 kes kuştin, ceza li yekî birîn. Kujerên zarokên min bi serbestî digerin. Ez ê ji vir ranebim. Bila min bikujin. Bila ev kesên qetlîam kirine, bigirin. Li nexweşxaneyê zarokên min kuştin. Bila qeydên li nexweşxaneyê derxînin holê. Ma wijdan tune? Ev çi edalet e? Çima bi dirustî tevnagerin?”

Ferît Şenyaşar jî diyar kir ku bi kuştina endamên malbatê, li dijî wan sûcê mirovayetiyê hatiye kirin û got “Dema em bi dozgerê dosyeya li ser lêpirsîna li nexweşxaneyê re axivîbûn diyar kiribûn ku wan 23 gumanbar tespît kirine. Divê ev kes werin tespîtkirin û girtin, piştre em ê ji vir rabin herin. Heta ku ev kesên sûcê mirovayetiyê kirine, werin girtin em ê li vir bin.”

Ferît Şenyaşar diyar kir ku ev têkoşîna hemû kesan e û banga xwedîlêderketinê kir.