Malbata Şenyaşar: Daraza Tirk nebêalî ye

Malbata Şenyaşar diyar kir ku daraza Tirk nebêalî ne, navê hinek ji qatilan di dozê de jî derbas nebûn

Emîne Şenyaşar a ku hevjînê xwe û du kurên xwe, di êrîşa parazvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz de winda kirin, nobeda ku bi daxwaza “Edaletê” li pêş Edliyeya Rihayê li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar re, da destpêkirin di roja 47’emîn de berdewam dike. Malbat, ji ber qedexeya derketina derve heye, nobedê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê ya Rihayê didomîne. 

Malbatê li ser hesabê xwe yê Twîtterê dîmenên têkildarî komkujiyê belav kir û wiha got: “Kêliya vî dîmenê êrîşê ji aliyê cîranê me ve hatiye girtin. Yê ku bi çeka lûle dirêj hatiye êrîşê xizmê parlamenter e. Polîs dikeve navberê çekê ji dest distîne. Dîsa çeka xwe ji polîs distîne. Di doza bi encam bû de navê wî jî derbas nebû. Ji ber vê yekê em dixwazin ku daraz bêalî tevger bike.”