Malbata Şenyaşar: Bi berxwedaniya li hemberî neheqtiyê wê her tişt bedew bibe

Malbata Şenyaşar: “Dema ku em li dijî neheqiyan li ber xwe bidin, em ê bibînin wê her tişt bedew bibe.”

Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê di 14'e Hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê xizmên parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bû, li ber Edliyeya Rihayê çalakiya xwe dewam dike. Çalakiya nobedê di 9'ê Adara 2021'ê de dest pê kiribû.Ji ber dawiya hefteyê malbat nobetê li mala xwe didomîne.

Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal diyar kir ku li Pirsûsê duh 500 kesan ji AKP’ê îstîfa kirine û got “Gel li Rihayê dixwaze ev bêedaletî û zilm biqede. Ji ber ku ev zilm didome li Pirsûsê 500 kesan ji AKP’ê îstîfa kirine. Dema ku em li hemberî neheqtiyê derkevin, em ê bibînin ku wê her tişt bedewtir bibe.”