Yek ji endamên Fermandiya Biryargeha Navenda Parastina Gel Amed Malazgîrt, encamên şerê li Zagrosan, bi taybetî li Colemêrgê ji ANF'ê re nirxand.
AKP'Ê DI DEMA AGIRBESTÊ Û PÊVAJOYA HILBIJARTINÊ DE LI DIJÎ GELÊ KURD DEST BI ŞER KIR
Malazgîrt da xuyakirin, hikûmeta Erdogan û AKP'ê di çarçoveya hin polîtîkayên xwe de, di sala 2015'an de şer da destpêkirin û got, "Dema ev şer da destpêkirin, li gorî vê jî derdorek ji xwe re amade kir. Di dema agirbestê de, bi taybetî di pêvajoya hilbijartinê de Erdogan û AKP'ê li dijî gelê Kurd dest bi şer kir."
Malazgîrt diyar kir, ji ber êrîşên giran ên bejahî û hewayî yên artêşa Tirk, wan jî dest bi parastina xwe kirin, li hin cihan çalakiyên bersivdayînê lidar xistin û anî ziman, piştî ku şer hinekî giran bû, li Sûr, Farqîn, Nisêbîn, Cizîr û Geverê bi rengekî bê rehm êrîşî gelê sivîl kirin. Malazgîrt ragihand, jin, zarok, extiyar gelek welatparêzên Kurd bi gotina 'PKK'yî ne' şehîd hatin xistin.
BI ÇALAKIYÊN GERÎLA YÊN BI TAKTÎKÊ NÛJEN RE AKP Û ERDOGAN TEWŞIKÎ BÛN
Fermandar Amed Malazgîrt da zanîn, ku di sala 2016'an de şerekî mezin hate meşandin û wiha dewam kir: "Tevî ku şehîdên me jî çêbûn, artêşa Tirk di nava vê salê de derba herî giran xwar û gelek kuştî da. Û vê yekê aboriya Tirkiyeyê leqand, AKP û Erdogan tewşikî kir. Erdogan û hikûmeta AKP'ê niha di dema herî êrîşkariyê de ne. Ev êrîşkariya wan nayê wateya serketiya wan. Sedema vê êrîşkariyê, têkçûna wan a aborî û siyasî ye, ku di encama têkoşîna me de rewşeke bi vî rengî rû da. Ji xwe nikarin demeke dirêj vê êrîşkariya xwe bidomînin. Xuya ye wê ji niha û pê ve hem li Kurdistanê hem jî li gelek bajarên Tirkiyeyê şer giran bibe."
PÊNGAVA DESTPÊKÊ YA GERÎLA DI MEHÊN ZIVISTANÊ DE LI ZAGROSAN HATE DESTPÊKIRIN
Malazgîrt anî ziman, di demekê de ku dijmin êrîşên xwe yên li dijî berxwedana li nava bajaran wehşî dikir, man di mehên zivistanê de li Zagrosan pêngava destpêkê ya gerîla dan destpêkirin. Malazgîrt got, "Yên Zagrosan nas dikin, ji xwe pê dizanin. Li vê erdnîgariyê, beriya meha Gulanê zehmet e mirov tevbigerin. Şert û mercên xwezayê rê nadin. Lê belê hevalên me ji bo bersivê bidin komkujiyên li Cizîr û bajarên din hatin kirin, di meha Sibatê de, di nava şert û mercên herî giran de ketin nava tevgerê û di 6'ê Adarê de li Oremarê li Girê Şehîd Rahîme çalakî pêk anîn. Me di vê çalakiyê de derbeke giran li artêşa Tirk xistin. Bi vê çalakiyê re me îspat kir ku şerê li Zagrosan wê giran be."
ÇALAKIYÊN LI ÇIYÊ Û METROPOLAN TIRKIYE HEJAND, HIKÛMETA ERDOGAN/AKP'Ê JI HEV XIST
Fermandar Amed Malazgîrt diyar kir, bi hatina biharê re şer li gelemperiya Zagrosan belav bû û wiha dewam kir: "Li Şemzînanê jî çalakiyên serketî hatin kirin û di encama van çalakiyan de derbên giran li dijmin hatin xistin. Hêzên dijmin ji bo kontrola gerîla ya li vê herêmê kêm bikin, li hin cihên berê di destê wan de bûn, derketin operasyonê. Li girên Xapuşkê û Şehîd Gafûr di operasyonan de derbên giran xwarin. Em jî weke gerîla di nava liv û tevgereke mezin de bûn. Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê, derbên giran li operasyonê dijmin dixistin û li Zagrosan pratîkeke serketî nîşan didan. Ji xwe di salên bihurî de li herêmên Çarçella, Geliyê Doskî û Bînbîrê dijmin derbên giran xwaribû. Me dizanîbûn ku wê dijmin li şûna xwe nesekine. Tevî vê yekê, şer ne tenê li Zagrosan li tevahiya erdnîgariya Kurdistanê di asta herî bilind de dihat meşandin. Li Botan, Dersîm, Serhat, Amed yanî li gelemperiya çiyayên Kurdistanê hevalên me ketin nava pratîkeke berfireh. Tevî çalakiyên li metropolan Tirkiye ser û bin bû û hikûmeta Erdogan û AKP'ê ketin nava pêvajoyeke rûxandinê."
Malazgîrt ragihand, di nava salê de hema hema her roj li Zagrosan wan çalakî lidar xistin û got, "Ya rastî ew e; me li herêma Colemêrgê her roj derb li artêşa Tirk xistin. Artêşa Tirk bi hemû derfetên xwe yên teknîkî û gelek leşkeran li herêmê kete nava tevgerê. Lê li pêşberî berwedana me ya gerîla nekarî tiştekî bi dest bixe."
BÎLANÇOYA ŞERÊ ZAGROSAN
Li ser bîlançoya şerê di sala 2016'an de li vê herêmê qewimî Fermandar Amed Malazgîrt ev agahî da: "Me rastiya vî şerî bi rengekî rojane bi raya giştî re parve dikir. Eger bê bîra we, dijmin tenê ji bo operasyona Ertûşê îdîa dikir ku zêdeyî 500 şehîdên me çêbûne. Lê ev rast nîne. Li gelemperiya Zagrosê 247 hevalên me şehîd bûn. Mebest ji tevahiya herêma Zagrosê, erdnîgariyeke berfireh a ji eyaleten Zap, Avaşîn, Cîlo, Çarçella û Xakurkê pêk tê. Ez dikarim bîlançoya giştî ya salê ya şerê li herêma Zagrosê eşkere bikim:
Çalakiyên me li herêma Zagrosê lidar xistin, 434 e.
Hejmara leşkerên ku me zelal kirin di van çalakiyan de hatin kuştin 1129 e.
Leşkerên di van çalakiyan de birîndar bûn 312 ye.
Hejmara leşkerên me ew dîl girtin, 2 ye.
71 wesayît hatin rûxandin.
Hejmara wesayîtên derb li wan hate xistin, 58 e.
Di tevahiya salê de li herêma Zagrosê 247 hevalên me şehîd bûn."
Ji fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel Amed Malazgîrt di dawiya axaftina xwe de diyar kir, roj roja xwedîderketina li Rêbertî, welat, namûs û şerefê ye û bang li ciwanên Kurd kir ku li dijî hikûmeta Erdogan-AKP'ê berê xwe bidin nava refên têkoşîna azadiyê.
Malazgîrt herî dawî jî sala 2017'an li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê welatparêz, hevrê û hêzên demokrasiyê yên pêşverû pîroz kir û daxwaza serketinê kir.