Li Wanê Kovara Tevhîd a DAIŞ'ê tê weşandin

Li taxa Şerefye ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê çeteyên DAIŞ'ê Kovara Tevhîd derdixe û di bin navê kovarê de xwe bi rêxistin dike.

Li Kurdistan û Tirkiye zextên li ser çapemeniya azad di asta herî jor de ye, lê belê AKP çavê xwe ji çapemeniya çeteyên DAIŞ'ê re girtiye û li taxa Şerefiye ya navçeya Rêya Armûşê Kovara ya Wanê DAIŞ’ê bi fermî tê derxistin. Çeteyên DAIŞ'ê li Wanê bi rêya medyaya civakî û malperên înternetê ciwanan arasteyî Kovar Tevhîd dike û bi vî awayî wan tevli DAIŞ'ê dike. Her wiha bi rêya Kovara Tevhîd jî propagandaya rêxistinê tê kirin. 

Hikûmeta AKP'ê ku bi boneya sicîla xwe ya têkildarî zordariya li ser azadiya çapemeniyê di nav 190 welatan de, di rêza 134'emîn de ye, hemû rojnamegerên mûxalîf di bin çewsan de dihêle. Hikûmeta AKP’ê û Qesra Erdogan bi Biryarnameya Hikmê Qanûnê bi dehan rojname, radyo û kovarên mûxalîf girtin û deriyên wan mohr kirin. Dîsan bi sedan rojnamevan di girtîgehan de ne. Li aliyê din jî hikûmeta AKP'ê li hemberî çapemeniya DAIŞ'ê bêdeng e.

Hikûmeta AKP'ê di nava 15 salan de bi sedan doz li çapemeniya azad vekir û bi dehan xebatkarên wê darizandin û avêtin girtîgehan. Cardin gelek nivîskar, rojnamevan û karker ên mûhalîf ji cihên lê dixebitin da avêtin û gelek doz li xebatkarên çapemeniya mûxalîf vekirin. Lê belê Qesra Erdogan û AKP’ê niha li hemberî malperên înternetê û kovarê endaman ji DAIŞ'ê re kom dikin, bêdeng e û bi vî awayî piştgiriya xwe ya ji bo DAIŞ'ê didomîne. 

Hêjayî gotinê ye ku çete di bin navê kovarê de xwe li Wanê rêxistin dike û li avahiya kovarê perwerdehiyên olî jî tê dayîn.