Li Wanê Hevdîtina Zayîna Pîroz hate lidarxistin

Di Hevdîtina Zayîna Pîroz ya li Wanê de hat gotin ku Îslam ne bi tenê ola îbadetan e, di heman demê de berpirsyariya wê ya edalet û aştiyê jî heye.

Ji aliyê Konferansa Îslama Demokratîk li Wanê Hevdîtina Zayîna Pîroz hate lidarxistin. Parlementerê HDP’ê yê Sêrtê Kadrî Yildirim, Nivîskarê Îlahiyatvan Prof. Dr. Nûrettîn Tûrgay û Nivîskar Mûhammed Salar di hevdîtinê de axivîn.

YILDIRIM: MAKA HEMÛ ŞERAN NEWEKHEVÎ YE

Parlementerê HDP’ê yê Sêrtê Kadrî Yildirim diyar kir ku cihê ku wekhevî tune be şer lê heye û got: “ Hemû şer ji ber newekheviyê derketine holê. Hûn nikarin bêhurmetiyê li hemberî cenazeyan bikin. Kafiran jî bêhurmetî li cenazeyên misilmanan nedikirin. Lê mixabin îro îşkenceyên mezin li cenazeyan dikin. Guhên wan jêdikin. Çavên wan tên derxistin. Herî zêde li vê erdnîgariyê ev tişt tên kirin.”

SALAR: DIVÊ DESTHILATDARIYÊN MISILMAN XWE REXNE BIKIN

Nivîskar Mûhammed Salar jî axivî û got: “ Îro pêdiviya Îslamê bi rastiyê heye. Li welatên Îslamê wekhevî tune. Penaberên ji Sûriyeyê ji welatên misilman direvin. Ev tablo rûreşiya desthilatdarên misilman e. Îslam ne bi tenê ola îbadetan e. Îro li şaredariyan qirkirineke mezin heye. Bombe bi ser Rojhilata Navîn tê barandin. Peyamên Hz. Mihemed çima li erdnîgariya me nayên bihîstin. Divê xwe rexne bikin.”

TÛGAY: ÎSLAM JI XWE RE KIRINA ALAV

Herî dawîn jî Nivîskar Nûrettîn Tûrgay axivî û got:“Heke li cihekî aştî tune be, îslam jî tune ye. Şer û xwîn hebe Îslam tune. Heke tu tiştekî ji xwe re bixwazî û ji hemû kesan re nexwazî mafê te tuneye ku tu ji xwe re bibêje ez misilman im. Heke Kurd ne misilman bûna îro împaratorî ava kiribûn. Ereb, Faris û Tirkan Îslam ji xwe re kirine alav. Heke mirovek nikaribe bi zimanê xwe biaxive li wê derê Îslam tune.”

Piştî xwendina diayan konferans bi dawî bû.